‘Ji ber me serdestiya mêr derbas kir, qeyûm hat tayînkirin’ 2018-09-28 09:54:47   WAN -  Hevşredara Elbaqê Aynur Tarhan ku qeyûm tayînê şûna wê hatiye kirin diyar kir ku wan şaredariya bi hişmendiya teng û serdestiya mêr guhertine û jin û gel tevlî mekanîzmayên biryaran kirine û ji ber vê jî qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin. Aynurê bi lêv kir ku wê gel di hilbijartinên 2019’an de dîsa îradeya xwe dayne holê.   Hevşaredarên Elbaqê Aynur Tarhan û Îhsan Guler di hilbijartinên 2014’an de ji sedî 90 deng girtin û hatin hilbijartin lê ji aliyê desthilatdariyê  ve  ji peywirê hatin durxistin û qeymeqam Abdulselam Ozturk anîn şûna wan.Hevşaredar Aynur Tarhan der barê xebatan de agahî da û got beriya şaredariyê bigirin hemû personel ji mêran pêk dihatin û bi pergala hevserokatiyê di siyasetê de cihê jinê çêbûye û xebatek xurt meşandine.    Aynurê her wiha bi lêv kir ku derbasî pêkanînên kotaya jinê bibûn û jinên zabite, jinên karmend û bi giştî her qadê jinan cih girtiye û meclîsên jinan ava kirine.  Aynurê wiha berdewam kir: “Li Elbaqê derketina pêş a jinan morelek mezin afirand. Me bi 25 jinên dildar re atolyeyên nexş û dirûnê, wêne, kuafor û hunera destan vekir û xebat meşan.”   ‘Bazara keda jinan bû Qursa Quranê’   Aynurê ev tişt bi lêv kir: “Li ser daxwaza jinan me bazara keda jinan ava kir. Gel xwedî lê derket. Me ji jinan jî pêşniyar girtin. Li qada ku me bazar çêdikir, me hewl da em binê wê bikin salona sporê û katê jor jî bikin bazara jinan. Me xebatên xwe qedand, me yê avahiya xwe bigirta, polîtîkayên dagirker yên qeyûm xebatên me dan sekinandin. Qurs û atolyeyên me hatin girtin. Li avahiya me qursa Quranê tê dayîn. Her wiha sozek meya navenda çandê ji bo navçeyê hebû. Projeya me temam bibû me butçeya wê amade kiribû. Lê bi hatin qeyûman re ev hat betalkirin.”   Aynurê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wan gel jî tevlî mekanîzmayên biryarê kirine û planên stratejîk jî bi biryarên meclîsên xwe dispêrên gel pêk anîne.    ‘Divê şaredarî ji bo xizmeta gel bên bikaranîn’   Aynurê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wan 5 salan peywira xwe anîne cih û hîna peywira xwe didomînin û got gel her tim xwedî li şaredariya xwe derketine û wê gel îradeya we di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de dîsa dane holê.