Hevberdevka DÎK’ê Huda Kaya: Ol vehuhertin alava serdestiyê 2018-09-27 09:07:31   ENQERE - Hevberdevka DÎK’ê Huda Kaya diyar kir ku bi sedsalane ol wek alava serdestiyê li ser gelan tê bikaranîn û wiha got: “Di oldariya Yezid de hiş hatiye tunekirin. Li ser serîtewandinek bê şert û merc kevneşopiyek ol hatiye avakirin, civakek nafikire derxistine holê.”   Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) yekem komxebata xwe li Enqereyê pêk anî. Di komxebatê de hat diyarkirin ku zîhniyeta serdest xwe li her qada civakê heyî dike û li ser vê nîqaş hatin meşandin. Hevberdevka DÎK’ê Huda Kaya li ser ‘Îslama desthilatdariyê’ nirxandin kir û got bi salane ol wek alava serdestiyê tê bikaranîn.   ‘Li Kerbelayê li dijî desthilatdariyê berxwedan hebû’   Hudayê got ev planek paşverû ya xwe dispêre sedsalan, heta hezar salan û wiha pê de çû: “Di seransrê dîroka mriovahiyê de ol wek hêmana serdestiyê li ser gelan hatiye bikaranîn. Ger em qirkirina Kerbelayê wek mînak bidin, Huseyînan, Zeyneban, hevalên Kerbelayê bi jinan re li dijî saltanata Emeviyan, li dijî oldariya Yezid seknek, berxwedanek, têkoşînek nîşan dane û divê em rastiya vê bizanin.”   ‘Civaka nafikire derxistin holê’   Hudayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku divê qirkirina Kerbelayê baş bê tahlîlkirin û bûyera Kerbelayê tiştên îro tên jiyîn, nîşan dide. Hudayê destnîşan kir ku pêşî li mirovan hatiye girtin ku mirov nefikirin û lêpirsîn nekin û ev jî ji oldariya Yezid tê û got ev kevneşopî jî bi destê desthilatdariyan hatiye berdewam kirin. Hudayê wiha berdewam kir: “Di oldariya Yezid de hiş hatiye tunekirin. Li ser serîtewandinek bê şert û merc kevneşopiyek ol hatiye avakirin, civakek nafikire derxistine holê. Di vê kevneşopiya oldar ya heta îro hatiye gel tevî zilm, şaşî û neheqiyan li qadên bawerî, civakî, ahlaqî û aborî vê lêpirsîn nake.”   ‘Êrîşên li hemberî jinan encama vê ferasetê ye’   Hudayê dsetnîşan kir ku yek ji qadên ku desthilatdarî jê xwe xwedî dike ol e û tenê navê van desthilatdariyan guheriye, bi sedsalane bi heman zîhniyetê dixwazin civakê ji rastiya wan qût bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev tenê li Anatolî, Mezopotamyayê pêk nayê. Li ku derê Musliman hebe serdestî pêkane. Êrîşên li hembrî jinan jî encama vê ferasetê ye. Zîhniyetên serdest li her qadê xwe heyî kirine.”