‘Krîz bi rakirina tecrîdê dikare bê çareserkirin’ 2018-09-21 09:47:30   AMED- Rêvebera HDP’ê ya Amedê Suzan Îşbîlen diyar kir ku krîza aborî her ku diçe kûr dibe û çareseriya pirsgirêka aborî û yên din bi rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e.   Krîza aborî ya li Tirkiyeyê û kaos her diçe kûr dibe. Ev hemû tên jiyîn û rojeva herî sereke jî tecrîda li Îmraliyê tê berdewamirin e. Rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Suzan Îşbîlen der barê mijarê de axivî û got li dijî van zextên ku hegomonya siyasî rê li ber vekiriye divê li dora HDP’ê tora têkoşîna hevpar bê pêşxistin.   ‘Krîza herî mezin binpêkirina mafan a li gîrtîgehan e’   Suzanê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê krîzek kûr heye û ya herî zêde balê dikşîne jî binpêkirinên mafan yên li girtîgehane û wiha pê de çû: “Nexweşê divê bên dermankriin, nayên dermankirin. Zarokên li girtîgehê rewşa wan girane. Rewşa Arîna biçûk qet başe. Dayika Sîsê ya temenê wê geleke û nexweşe li girtîgehê tê girtin.”   ‘Gel vê krîzê yekser dijî’   Suzanê daxuyakirin ku desthilatdarî hewl dide vê krîzê ji gel veşêre û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Welatî êdî nikarin tu tiştekî bikirin. Çawa dikevin marketê wisa derdikevin. Hêza me ya aborî ya têrî vê bike tune. Di meha dawî de her tişt ji sedî sed biha bûye. hinek hilberîn ji sedî 200-300 zêde bûne. Gel vê krîzê yekser dijî.”   ‘Tirkiye veguheriye girtîgeha vekirî’   Suzanê ev tişt anî ziman: “Parlamenter, hevşaredar, hevserok di girtîgehan de ne. Hejmara girtiyan ji yên derve zêdeteire. Tirkiye veguheriye girtîgeha vekirî. Çavkaniya hemû pirsgirêkan tecrîda giran ya li ser Abdullah Ocalane. Rizgarî bi şikandina tecrîdê pêkane.