‘Gel em hilbijartin, qeyûman dawî li karê me anî’ 2018-09-18 09:11:34   Berîtan Canozer   AMED - Hevşaredara Yenîşehîrê ya Amedê Ulku Baytaş ku qeyûm tayînê şûna wê bûye, diyar kir ku qeyûm êrîşek li hember pergala hevserokatiyê ye û got: “Gel em hilbijartin, lê bi tayînkirina qeyûman dawî li karê me  anîn. Em heta hilbijartinan li ser kar in. Em ê li cem gelê xwe bin.”   Ji bo  hilbijartinên herêmî hîna dîrokek zelal tune lê her partiyê ji bo hilbijartinan starta xebata xwe da. Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baytaş ku qeyûm tayînê şûna wê bûye pergala hevserokatiyê û xebat nirxandin.   ‘Gel em hilbijartin’   Ulku bi lêv kir ku xebatên niha qeyûm dikin hemû projeyên wan in û got: “Bi îdiaya hevşaredar naxebitin qeyûm tayîn kirin. Hemû projeyên me desteser kirin. Piştî qeyûman min bi her awayî peywira xwe berdewam kir. Gel em hilbijartin. Bi tayînkirina qeyûman dawî li peywira me nikare bê anîn. Em heta hilbijartinan li ser kar in. Em ê li cem gelê xwe bin.”   ‘Şaredarî deyndar kirine’   Ulkuyê di berdewamiyê de da zanîn ku şaredarî kanalên avê paqij nake û hewl didin mirov ava amade bikirin û got: “ Rê û peyarêyên me çêkiribûn, xera kirin û ji nû ve çêdikin. Şaredariyên me bê deyn hiştin, niha deyndar in. Ev butçe çûne ku derê an jî kê xerc kiriye.”   ‘Hevserokatiyê pir tişt da qezenckirin’   Ulkuyê anî ziman ku navendên jinan, yekîne, navendên zarok û astengdaran, atolye ne û malên taxan ji aliyê qeyûman ve hatine girtin û li şûna wan Qursên Kuranê hatine vekirin û qeyûm îdeolojiya xwe ligel ferz dike. Ulkuyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jiyana wekhev ya me hewl da em bi pergala hevserokatiyê bikin jiyanê jî xesp kirin. Bi qeyûman destkeftî hatin desteserkirin. Qeqûm aliyekî din yê faşîzmê ne. Bêguman aliyên me yên ku me rexne dikirin hebûn. Kêmasî hebûn. Lê me ev dît ku pergala hevserokatiyê pir tişt bi herêmê da qezenckirin. Ji ber vê em qeyûman wek êrîşek li hember pergala hevserokatiyê dibînin. Hevserokatî ji bo me stratejîke. Ji ber vê bi îdiane û em dest ji vê pergalê bernadin.”