‘Li Şirnexê qeyûm ev du salin ji bo gel tiştekî nake’ 2018-09-14 09:09:09   ŞIRNEX - Hevşaredara Dergulê Berîvan Kutlu diyar kir ku li Şirnexa ku qeyûm tayînî hemû şaredariyên wê bûye ev du sale tu xizmet nayê kirin û got wê li ser esasa daxwazên ge ji bo hilbijartinên herêmî xwe amade bikin.   Piştî hewldana darbeyê OHAL hat îlankirin û piştî vê di 11’ê îlona 2016’an de dest bi tayînkirina qeyûman a şaredariyên DBP’ê kirin û di destpêkê de tayînê 28 şaredariyan kirin. Bi tayînkirina qeyûman re îradeya gel jî tune hat hesibandin. Li Şirnex, navçe û bajarokên wê jî qeyûm hat tayînkirin û tevî ku 2 sal derbas bûye jî tu xebat ji bo gel nayê kirin. Hevşaredara Dergulê û endama PM'a HDP'ê  Berîvan Kutlu ku qeyûm tayînê şûna wê hatiye kirin, diyar kir ku gelê Botanê ev du sale jiyana tecrîdkirinê ya kirine jiyanê dijîn.   ‘Em ê bi xebatên xwe rexnedayîna xwe jî bidin’   Berîvanê destnîşan kir ku di hilbijartinên herêmî de yekane hedefa wan ev e ku rêveberiyên saxlem û siyasetek zelal bikin û wiha pê de çû: “Ji aliyekî din ve jî xebatên me yên hilbijartinê dest pê kirine. Ev 20 sale em ji bo siyasetek wekhev têdikoşin. Lê dîsa li hemberî me zext tên kirin. Em ê di xebatan de li hember gel rexnedayîna xwe jî bidin. Bi salane gelê me bedel daye û ji bo gelê me çi hewce be em ê bikin.”   Her wiha Berîvanê anî ziman ku li Kurdistanê ne tenê Kurd, gel û baweriyên din jî dijîn û ji ber vê di vî alî de wê siyasetê bikin û wiha berdewam kir: “2 sal zêdeye şaredariyên me di destê qeyûm de ne. Siyaseta wan a alternatîf tune ye. Ew wek me nikarin siyasetê bikin. Qeyûm tu car nikare ji siyaseta şaredariyên DBP’ê re bibe bersiv. Ji ber êrîşê îradeya gel kirin îro nikarin bi tena serê xwe bimeşin. Gel bertekên mezin nîşanî qeyûman dide. Em diçin nav gel em her tiştî dibînin. Heta niha ji bo gel tu tiştek nekirine.”