Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Îdlîbê: Komên ku xwedî kir wê pirsgirêkên nû bînin 2018-09-14 09:05:53   ÎZMÎR - Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay diyar kir ku piştî zîrveya ku Rûsya, Îran û Tirkiye tevlî bûye şûnde, Serokomar Tayyîp Erdogan bi devê xwe îtîraf kiriye ku piştgirî dane DAIŞ'ê û komên girêdayê wê û wiha got: “Ev rêxistinên ku Tirkiyeyê xwedî kiriye, wê ji bo gelên Tirkiyeyê pirsgirêkên nû ava bike.”   Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay zîrveya ku Rûsya, Îran û Tirkiye tevlî bûye nirxand û diyar kir ku AKP’ê carek din nîşan daye ku êdî nikare vê pêvajoyê bimeşîne û got hêzên serdest ên Tirkiyeyê ji bo desthilatdariya xwe xurt bikin pêngavan diavêjin û têkiliya çeteyan û desthilatdariya AKP’ê di zîrveyê derketiye holê.   ‘Tayip Erdogan cîhadîst parast’   Serpîlê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Tiştê Tayip Erdogan îfade kir, ev bû. Xwe alîgir dît û li alî cîhadîstên Îdlîbê xwe nîşan da. Hewl dide vê rolê jî bidomîne lê di vir de jî ber bi dawîbûnê ve diçe. Ev di alî têkoşîna aştî û demokrasiya Tirkiyeyê de jî di alî avakirina maseya muzakereya li Sûriyeyê de, avakirina pêvajoya çareserî û demokrasiyê de jî bi bandor dike. Li pêş gelê Kurd dibin asteng û li aliyê din jî wê ev komên cîhadîs li Tirkiyeyê bibin sedema pirsgirêkên nû.”   ‘Berpirsê cenazeyên ji Îdlîbê bê Tirkiye ye’   Serpîlê destnîşan kir ku wek HDP ji serî de piştgirî dane pêvajoya demokratîk a li Tirkiyeyê û ev tişt anî ziman: “Em dibêjin divê gel xwe bi xwe bi rê ve bibin, çareseriya aştîyane, muzakere û demokratîk pêk bîne. Li hember vê jî HDP bi polîtîkayên çewisandinê re hat rû hev. Li Îdlîbê 12 nokteyên kontrolê yên aydê Tirkiyeyê hene. Li van deran wê dîsa zarokên gel bimirin. Ji Îdlîbê cenaze bên Tirkiyeyê berpirsê vê desthilatdariya siyasî ye. Em bi desthilatdariyeke ku nikare bê meşandin re hatine rû hev.”   Serpîlê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li Tirkiye û herêmê hatine dawiya pêvajoyê û wiha dawî lê anî: “Polîtîkayên aştiyê wek polîtîkayên HDP’ê wê bidomin. Em ê li dijî faşîzmê têbikoşin û bi piştevaniyê li ser piyan bimînin. Me salên 80-90’î dîtin. Wê ev roj jî li pey me bimînin. Di encamê de em piştgiriyê didin çareseriya aştiyane ya demokratîk.”