‘Me wek jinên Kurd di şaredariyê de rûpelek nû vekir’ 2018-09-13 09:11:29   Berîtan Canozer   AMED - Hevşaredara Sîlopiyayê ya qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin, Emîne Esmer diyar kir ku jinên Kurd Pergala Hevserokatiyê ya li cîhanê nehatiye dîtin kirine meriyetê û wiha got: “Gel ji bo 5 salan em hilbijartin û heta dema me tije nebe em pişta xwe nadin gel û xebatên xwe dimeşînin.”   Yek ji şaredariyên DBP’ê ku qeyûm tayîn bû ya Sîlopiyayê bû. Ji roja qeyûm hatiye tayînkirin heta niha pirsgirêk jî naqedin. Hevşaredara Sîlopiyayê Emîne Esmer der barê mijarê de axivî û got qeyûman îradeya gel desteser kiriye û li ser keda mirovan rûniştiye.   ‘Sîlopiya bajarekî jina ye’   Emîneyê destnîşan kir ku di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de bi perspektîfa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pergala hevserokatiyê ya li cîhanê nehatiye dîtin xistine meriyetê û ev tişt bi lêv kir: “Her tim fikra ku tenê mêr dikarin karê şaredariyê bikin hebû. Lê me jinên Kurd ev şikand. Me di şaredartiyê de rûpelek nû vekir. Lê em dizanin ku di 2016’an de qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê hat kirin û şaredariyên ku qayyûm hat tayinkirin yek jî şaredariya Sîlopiyayê ya ez hevşaredarê wê bûm. Sîlopiya bajarekî jina ye. Sê deman di destê me de bû. Du deman ji aliyê mêran ve hat birêvebirin. Di dema 3’emîn de me jinan mohra xwe li bin xebatan xist.”   ‘Di xebatan de hejmara jinan zêde bû’   Emîneyê bi lêv kir ku şaredarî veguherîbû mala jinan û wiha balkişand ser xebatan: “Jin bi dilrehetî dihatin şaredariyê. Şaredarî wek mala wan bû. Di xebatan de hejmara jinan zêde bûn. Jin ji ber wê rehet bûn. Rexneyên xwe daxwaz û pêşniyarên xwe radigihandin. Dema tiştek çê bibûya jinan hema mudaxale dikir.”   ‘Şaredarî ji gel qut kirin’   Emîneyê bi lêv kir ku ne tenê ji bo jinan ji bo ciwan, zarok, kal û pîran jî xebatên taybet meşandin û bi taybet ji bo astengdaran qadên jiyanê ava kirine û got: “Di pêvajoya ku ev xebatên me derketibûn asta herî jor, qeyûm hat tayînkirin. Armanca qeyûm ev bû ku destkeftiyên me yên bi salan ji holê rabikin. Xwestin van xebatên me têk bibin.”   'Me tu car gel bi tenê nehişt û em bi tenê nahêlin'   Emîneyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî qeyûm hatin tayînkirin me herêm terk nekir. Gel ji bo 5 salan em hilbijartin. Em wek nûnerên gel hatin hilbijartin. Heta 5 salên me tije nebe em ji herêmê derneketin. Wek em hîna hevdşaredar in em çûn cem gelê xwe, em bi wan re axivîn. Me tu car gel bi tenê nehişt û em bi tenê nahêlin.”