Eylem Amak: Em ê saziyên jinan careke din vebikin 2018-09-12 09:14:23   Rojda Aydin   MÊRDÎN - Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak derbarê hilbijartina heremî de axivî û anî ziman ku saziyên jinan ên  hatine girtin wê careke din vebikin û wiha got: “Ji ber vê jî me dest bi xebatên xwe kir.”   Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak a derbarê Hilbijartina  Herêmî ya ku tê payîn di Adara 2019'an de bê kirin de axivî, diyar kir ku wê di hilbijartinê de bi ser kevin û saziyên jinan ên ku ji aliyê şaredariyên DBP'ê ve hatin vekirin û bi talîmata qeyûm hatin girtin jî carekedin vebikin.   Eylem, di dest pêk a axaftina xwe de got ku HDP'a Mêrdînê ji bo hilbijartina heremî pêngava rexistinê dane destpêkirin û  anî ziman ku ew wek HDP'ê ji bo bi hêz biçin hilbijartinê di rêvebirin û navçeyên xwe de kêmasiyên wan ên ku hene temam dikin û wiha berdewam kir: “Li navçeyên me kongreyên me hîn nehatine kirin. Ji bo ku em kongreyên xwe pêk bînin me dest bi amadekariyên xwe kiriye. Em ê wek rêvebir rêxistina xwe xurt bikin û bi hêzeke mezin tevli hilbijartinan bibin. Her wiha di HDP’ê de gellek qomîsyonên me hene. Qomîsyonên wekî yên civakî, rêxistin û hwd. hene. Em ê van hemûyan jî bi hêztir bikin û di nav civakê de dest bi xebatan bikin.”   ‘Niha qayûm ji ber deynan kettiye nava heriyê’   Eylem, di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin û bi bîr xist ku li gel navendê  10 şaredarî li Mêrdînê di destên wan de bûn, lê piştî ku qayûm hatiye tayinkirin hemû ji destê wan hatine hildan û ev tişt got: “Şaredariyên ku di destên me de bûn hemû bi vîna gel hatin bidestxistin.  Lê piştî qayim tayînî şaredariyan bûn dest danîn ser vîna gel jî. Niha gellek hevşaredarên me di girtîgehan de ne. Em ê bi hev re li dijî xepskirina vînê derkevin û em ê careke din şaredariyên xwe paşve bigirin û bikin xizmeta gelê xwe. Em ê bi hemû hêza xwe xizmetê ji bo gelê xwe bikin. Îro di navbera şaredariyan û gelan de diwar hatiye hûnandin. Şaredariya ku ya gel e îro wekî mîlkekî taybet hatiye desteserkirin. Niha qayim ji ber deynan kettiya nava heriyê. Sedema vê jî ew e ku piştî wan kesên ku bibin hevşaredar ji bo gel nikaribin tu tiştî bikin. Bi vî awayî dixwazin xebatên wan asteng bikin. Dema rewş wiha bibe wê demê gel û şaredarî wê li dijî hev bin. Lê em ê rê nedin vî tiştî.”   ‘Ev jî êrîşa li dijî jinan nîşan dide’   Eylem, bal kişand ser saziyên jinan ku ji aliyê qeyûm  ve hatin girtin û ev tişt got:“Di partiyên dinê de hevserokatî tuneye, lê belê di HDP’ê de ev tişt heye. Ev jî nîşan dide ku HDP çiqasî girîngiyê dide jinan. Îro bi taybetî jin HDP'ê rêve dibin. Li Mêrdînê jî di bin banê şaredariyên DBP'ê de saziyên jinan hebûn. Piştî ku qayim tayînî şarediyan hatin kirin bi taybetî saziyên ku xizmeta jinan dikirin û jin li wan dixebitîn hatin girtin.  Qeyûm hin saziyên jinan gitin û hinek jî di bin navê saziyên jinan de îro bi armanceke din tên bikaranîn.  Saziyên jinan ên ku qayim vekirine jî bi taybetî ji bo tiştên gellek cuda tên bikaranîn. Dinava pêvajoya dîrokî de li mêrdînê careke din tê xwestin ku bingeha zayentperestiyê bê avêtin.”   ‘Em ê saziyên jinan ên ku hatine girtin careke din vebikin’   Eylem, da zanîn ku ew ê di hilbijartina herêmî de bi ser kevin û wiha pêl da axaftina xwe: “Em ê di hilbijartinê de bi ser kevin û saziyên jinan ên ku hatine girtin carekedin vebikin. Em ê hişmendiya yekparêziyê mahkûm dikin. Em ê saziyên jinan bi hêzeke mezintir vebikin. Em ê tax bi tax, kolan bi kolan, mal bi mal bigerin û xwe bigihînin jinan. Ji ber ku biserketina HDP'ê biserketina jinan e. Dema em dibêjin HDP di serî de jin tên bîra mirov. Gotinek heye dibêjin ‘heq nayê dayîn, tê standin’. Em ê jî bi vê gotinê zayendperestiyê ji holê rabikin. Em ji cihê ku mane vê carê em ê bi hêzeke mezin dest pê bikin û xebatên jinan bimeşînin.”   ‘Em ê bi ser kevin’   Eylem, di dawiya axaftina xwe de got ku ew wek jin tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê jin ji bo hilbijartinê  bi hêzeke mezin bixebitin û em ê bi ser kevin.”