Tulay Hatîmoglullari: Îdlîb di destê Tirkiyeyê de teqiya 2018-09-09 10:22:16   Habîbe Eren   ENQERE- Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari zîrveya Tehranê nirxand û got: “Îdlîb di destê Tirkiyeyê de teqya. Tirkiye dixwaze li Sûriyeyê serweriya xwe ava bike lê leşkerên wê axa Sûriyeyê dikin xeterê. Ev ne tenê ji bo Îdlîbê, ji bo Cerablus, Elbab û Efrînê jî derbasdar e. Ger operasyona Îdlîbê ji aliyê Sûriyeyê ve bê pêk bê wê Suriye bixwaze ku Tirkiye ji wê axê derkeve.”   Di mijara Îdlîbê de Rusya, Tirkiye û Îranê li Tehranê di zîrveyê de li hev nekirin. Di çarçoveya peymana navbera wan de hat îmzekirin de 4 herêmên ‘bêpevçûn’ hatin îlankirin û yek ji van Îdlîb bû û ev der di navbera aliyan de yekane cihê ku nehat çareserkirin ma. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmoglullari mijara Îdlîb û polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê nirxand.   ‘Îdlîb bû şerê hêzê yê serdestan’   Tulayê daxuyakirin ku ev demeke Îdlîb di garantoriya Tirkiyeyê de û cihekî ku çavdêriyê lê dimeşîne ye û wiha got: “Îdlîb di heman demê de bûye navenda komkirina çeteyên cîhadî yên herêmî û biyanî. Di pêvajoya dawî ya şerê Sûriyeyê de Îdlîb niha xeleka dawî tê dîtin. Li Îdlîbê Suriye û mutefîkên wê bi ser bikevin,wê di şerê Sûriyeyê de pêvajoya siyasî dest pê bike. Dema wisa be şerê Sûriyeyê wê ber bi dawîbûnê ve biçe. Lê wisa ne hêsan e. Piştî operasyona Îdlîbê ket rojevê DYA, Îngîlîstan û Fransayê senaryoya ku li Sûriyeyê çekên kîmyewî tê bikaranîn xist dewrê. Ne tenê Tirkiye, DYA, îngîlîstan, Fransa û yên nêzî wan Suudî Erebîstan û Misir jî naxwaze operasyona Îdlîbê pêk bê. Sedema vê li holê ye. Naxwazin Rûsya û Îran bi serkevin. Yanî ev şerê hêzê yê serdestan e.”   ‘Îdlîb destê Tirkiyeyê de teqya’   Tulayê bi lêv kir ku Tirkiye li Sûriyeyê ji destpêkê piştgirî daye çeteyên cîhadîst yên şer dikin û wiha pê de çû: “Polîtîka Tirkiyeyê ya Sûriyeyê ji serî de kaotîk e. Mahkumê têkçûnê ye. em dibînin ku her pêngava Tirkiyeyê di destê wan de diteqe.  Îdlîb jî niha di destê Tirkiyeyê de teqya.”   ‘Tirkiye wê ji derveyê pêvajoya siyasî bimîne’   Tulayê destnîşan kir ku Tirkiye bi mutefîkên xwe yên nû re di mijara Îdlîbê de wê encama tê payîn negire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev di zîrveya Tehranê de carek din hatiye dîtin. Serdestiya Tirkiye dixwaze li ser Sûriyeyê ava bike raste rast hebûna leşkerên li ser wê axê dike xeterê. Ev ne tenê ji bo Îdlîbê ji bo Cerablus, Elbab, Efrînê jî derbasdar e. Ger operasyon ji aliyê Sûriyeyê ve bê destpêkirin û bi ser keve wê Sûriye daxwaz bike ku Tirkiye ji wê axê derkeve.”   ‘Ji bo bajarên sînor û Hatayê xetereyek cuda ye’   Tulayê wiha got: “Di zîrvey Tehranê de Tayyîp Erdogan banga agirbestê ji ser zimanê xwe nexist. Li dijî Erdogan Vîladîmîr Putîn û Hasan Ruhanî di zîrveya Tehranê de gotin li ser navê El Nsura nihare behsa agirbestê bê kirin. Ev jî biryara wan a di operasyona Îdlîbê de nîşan dide. AKP ya bi siyaseta şantajê ya navbera DYA-YE-Rusya-Îranê de hebûna xwe didomîne, kêm be jî hatiye dawiya rê. Her wiha îhtîmala ku Tirkiye ji derveyê pêvajoya çareseriya siyasî ya Sûriyeyê bimîne jî heye. Îdlîb bûye navenda cihê 10 hezar cîhadîstî. Rêbaza li vir pêk tê avakirina korîdorên derketinê ye an jî îmhaye. Dema korîdor bê avakirin jî wê derbasî Tirkiyeyê bibin. Ev jî tê wateya teqîna bombeya mîsketê ya li Tirkiyeyê. Wê li her derê teqîn pêk bên. Ev li her çar alî Tirkiyeyê derbasdar e. Ev ji bo bajarên sînor û Hatayê xeterê nîşan dide. Di encama pêşketinên li Îdlîbê de wê Tirkiye di nêzîkatiya li hemberî Bakurê Suriyeyê de zehmetiyan bikşîne.”   Tulayê balkişand ser encamên Zîrveyê û got li şûna daxwaza Tayyîp Erdogan ya agirbest ê, fikra pêkanîna operasyonê derketiye pêş û got pêkanîna îstîkrarê jî wê fêdeya wê ji Rûsyayê re hebe.   ‘Şerê Sûriyeyê ji şerê wekaletê derketiye’   Tulayê anî ziman ku ya rast ev e ku gelên Sûriyeyê der barê pêşeroja xwe de bi xwe biryarê bidin lê rastî ne wisa ye û got şerê Sûriyeyê wek şerê wekaletê derketiye û niha ji wekaletbûnê derketiye. Tulayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiyeyê di polîtîkaya Sûriyeyê de îflas kiriye. Bi xeyalên ‘osmaniya nû’ hedef kiriye sînoran berfireh bike û lê ev xeyal têk çûne. Tirkiye di mijara Sûriyeyê de zirarê dike. Sedemên ve jî li holê ne. Divê şer demildest bi dawî be.”