'Di şexsê Abdullah Ocalan de aştî, demokrasî û çareserî hatiye tecrîdkirin' 2018-09-08 09:15:15   Berîtan Canozer   AMED - Parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku di şexsê Abdullah Ocalan de aştî, demokrasî û çareserî tê tecrîdkirin û ji ber ditirsin ku nêrînên Ocalan xeta têkoşînê ava dike, vê îzolasyonê pêk tînin.   Parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, tecrîda li Îmraliyê nirxand û got ev pergalek taybet e û pergalek ku hêzên navneteweyî jî tê de tê meşandin û wiha got: “Divê em vê pirsê bipirsin. Çima hewce bi tecrîdek wisa dibînin? Çima malbat û parêzerên Birêz Ocalan nikarin hevdîtinê bikin.”   Gulîstanê daxuyakirin ku divê bersivên rast ji bo van pirsan bên dayîn û ev tişt daxuyand: “Em dikarin vê nîqaş bikin; pêvajoya aştiyê ya 2013 û 2015’an, pêvajoya muzakerê nîşan dide ku Birêz Ocalan li cihekî ciqas girîng e.”   Gulîstanê destnîşan kir ku bi salane dewlet li şûna pirsgirêka Kurd çareser bike, her tim şîdet û şer berdewam kiriye û got: “Li cihekî dewlet xitimî û jİ bo çarseriyê ket lêgerînê. Ji ber vê dît ku Birêz Ocalan piştgiriyê dide çarseriyê. Ger niha bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk bên wê şer bê sekinandin û şîdet ji holê rabe. Ji ber gotinênAbdullah Ocalan ên aştî, wekheviya gelan, demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadbûna Kurdistanê esas bê girtin û bigêhêje mîlyonan veguherî maseya çareseriyê. Di şexsê Abdullah Ocalan de aştî, demokrasî û çareserî hatiye tecrîdkirin. Nêrînên Abdullah Ocalan di siyaseta demokratîk de fikrên ku pratîk bûne ne.”   ‘Tecrîd îdeolojîk e’   Gulîstanê bi lêv kir ku ew dibînin ku siyaseta qeyûm jî alava êrîşê ya îdeolojîk û polîtîk e û got tecrîda li ser Abdullah Ocalan pêk tê îdeolojîk e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Geşedanên li Sûriyeyê pêk tên jî girêdayê tecrîdê ye. Bi taybet jî êrîşên li hember Şengalê ji aliYê Abdullah Ocalan ve beriya şer hatibû vegotin. Her tiştê birêz Ocalan dibêj dertê û ji vê ditirsin. Naxwazin Birêz Ocalan piştgiriyê bide statuya li Kurdan ya li Sûriyeyê. Em armanc dikin ku di rêVeberiyên herêmî de destkeftiyên mezin bi dest bixin. Armanca me ev e em şaredariyan bigirin û modela rêveberiyê herêmî mayînde bikin.”