Encamnameya civîna amadekariya hilbijartinên herêmê aşkera bû 2018-09-07 13:14:31   AMED - HDP, DBP û KCD'ê di 4-5'ê Îlonê de bi awayê hevpar ji bo amadekariya hilbijartinên rêveberiyên herêmî cîvîn li dar xistibûn. Encamnameya civîna ku hat lidarxistin aşkera bû. Di encamnameyê de hevparan diyar kir ku ew ê li dijî faşîzmê berxedaneke mezin esas bigirin û tecrîda girankirî ya li Îmaraliyê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî hat bibîrxistin û hat diyarkirin ku di vî warî de jî biryarên girîng hatine girtin.   Li Amedê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Partiy Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) bi awayê hevpar bi tevlibûn dînamîkên civakî û saziyên sivîl  di 4-5'ê Îlonê de ji bo hilbijartina rêveberiyên herêmê civîn li dar xisitin. Encamnameya civîna ku hat lidarxisitn hat aşkerakirin.  Di civîna ku du rojan hat lidarxistin de, pêvajoya siyasî, pirsgirêkên siyaseta demokratîk, tecrîda li Îmîraliyê, hilbijartinên herêmî û mijarên wekî têkoşîna ji bo serdema nû hatin destgirtin.