Yuksel Mutlu: Em ê mafên xwe yên hatine xespkirin şûnde bigirin 2018-09-07 09:16:12   AMED-Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu ku qeyûm tayînê şûna wê hatiye kirin, diyar kir ku qeyûm ji bo dema pêş, şaredariyê dewrê AKP’ê bike, xebatan dimeşîne û got wê di hilbijartinên herêmî de destkeftiyên xwe yên ku bi qeyûman hatine xespkirin şûnde bigirin.   Yek ji hevşaredarên ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin hevşaredara Akdenîz a Mersînê Yuksel Mutlu bû. Yukselê bi lêv kir ku beriya qeyûm wek şaredariya Akdenîzê xebatên gelek girîng meşandine û di çarçoveya xebatan de navendên jiyanê yên jinan, navendên piştevaniya jinan û bazara nirxandina keda jinê ava kirine. Yukselê ev tişt vegot: “Ligel vê ji bo erdên destê me de ji gel re bê vekirin me xebat dimeşand. Lê qeyûm hatin û xebat qedandin, şaredarî xesp kirin. Navendên jinan, bazara jinan girtin.”   ‘Dawî li xebatan anîn’   Yukselê her wiha destnîşan kir ku wek şaredariya Akdenîzê pergaleke xebatê ya komên baweriyên cuda jî têde ava kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji ser malên taxê diçûn cem her kesî. Piştî qeyûm ev jî hatin sekinandin.Qeyûm zîhniyeta çend salan dewletê carek din nîşanê me da. Ligel vê hemû navendên jinan girtin, jin ji kar derxistin. Armanca xespê ev bû; ‘Ez jinê tune dikim, jin di vî karî de tune’. Bi vê rêbazê dawî li xebatan anîn.”   ‘Em ê zêdetir jê bigirin’   Yukselê daxuyand ku qeyûm ji bo dema pêş şaredariya dewrê AKP’ê bike xebatan dimeşîne û ev tişt anî ziman: “Hewl didin şaredariyan bikin cihên ku gel nikare bikevê. Ev tenê cudahiya navbera me û AKP’ê de nîşan dide. Dema em dixebitin, me xebatên ku gel tê de, jin têde, reng û ked têde pêk anî. Di dema pêş de hedefa me ev ku em şardariya xwe ji wan bigirin.”