‘Ger tecrîda li ser Abdullah Ocalan bidawî bûna îro kaos jî tunebû’ 2018-08-30 09:12:28   Habîbe Eren- Dîlan Babat   ENQERE- Parlamentera berê ya Wanê Tugba Hezer bi wesîleya 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê balkişand ser Rola Abdullah Ocalan a di aştiyê de û wiha got: “Ger şert û mercên azadiya Birêz Ocalan pêk bihata îro me yê behsa dîktatoriya faşîst a bi DAIŞ’ê re pêk hatiye, gelê ku hatiye xizankirin û rejîma yek kesî nekıra.”    'Di 11’ê îlona 2016’an de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re birayê wî Mehmet Ocalan hevdîtin pêk anî û piştî wê tu hevdîtin nehat kirin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan ev sê sale bi awayekî girankirî didome. Parêzeran di vê pêvajoyê de 781 carî serlêdana hevdîtinê kir. Lê bi hincetên ‘koster xerabeye’ ‘muxalefeta hewayê’ hat astengkirin. Parlamentera berê ya HDP’ê Tugba Hezer ku li Ewropayê xebatên xwe didomîne bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pirsên me yên der barê tecrîdê de bersivand.   ‘Divê tecrîd tenê ne girêdayî polîtîkayên Tirkiyeyê ye'    Tugbayê bi lêv kir ku tecrîsa li ser Abdullah Ocalan tenê ji ser Tirkiyeyê nikare bê şîrovekirin û wiha got: “Wisa şîrovekirin kêm dimîne. Piştî komploya navneteweyî pergala Îmraliyê ya ketiye jiyanê, bi awayekî sîstematîk li hemberî Kurdan û hêzên demokrasiyê pêk hatiye. Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên Tirkiyeyê formulek aştiya mayînde û demokrasiyê pêşniyar kiriye. Tevî tecrîd û polîtîkayên îmhayê ev bi kedek mezin pêş xist. Lê aştiyek mayînde û demokrasî berovajî kîmyaya netewdewletek zayendperest, netewperset û mîlîtarîst e.”   ‘Desthilatdarî bi fikrên Ocalan re hat rû hev’   Tugbayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li Tirkiyeyê gotina aştiyê sûc, ya şer jî wek pesn tê nîşandan û ev tişt bi lêv kir: “Sedemên vê jî divê di pergala Îmraliyê de bê lêgerînkirin. Ji berk u aştî, demokrasî, azadî û edelet li Îmraliyê hat tecrîdkirin. Faşîzma Erdogan ev ji civaka Tirkiyeyê veşart. Tirkiye niha krîza herî mezin a aborî, siyasî û civakî a dîrokî dijî.  Hem li derve û hem jî li hundir.”   ‘Ger hevdîtin pêk bihatana wê kaos nebûye’   Tugbayê balkişand ser tecrîd û kaosa tê jiyîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger şertên azadiya Birêz Ocalan pêk bihata, me yê  îro behsa dîktatoriya faşîst ya bi DAIŞ’ê re derket holê, bajarên talankirî, qetilkirina jin, zarok û ciwanan, girtina parlamenteran, hevşaredaran, siyasetmedar û rojnamegeran nekira. Wê ji girtîgehan tabut derneketibana. Wê li Dêrsîmê daristan nehata şewitandin. Wê li hember Dayikên Şemiyê êrîş pêk nehata. Ger bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bihata kirin wê Tirkiye ne di kaosê de bûya.”   ‘CPT ji mîsyona xwe dur e’   Tugbayê her wiha balkişand ser çalakiyên li ber CPT ya li Ewropayê û grevên birçîbûnê û daxuyakirin ku CPT di mijara tecrîda li ser Abdullah Ocalan de mîsyona xwe nayne cih û çawa ku komploya li hember Ocalan karekterekê wê yê navneteweyî heye, divê tecrîd jî wisa bê dîtin. Tubayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li hemberî tecrîdê li Ewropayê kurd û dostên wan gelek çalakî pêk anîn û van çalakiyan deng da. Li Ewropayê li ber CPT çalakiyên girseyî der barê tecrîdê de hatin kirin. Bi CPT re gelek hevdîtin hatin kirin. Lê pêşketinek çênebû. Divê em hemû sazî berpirsyariya xwe bînin cih û têkoşînek mezin danîn holê.”