Zuleyha Gulum: Jin wê dema nû nexşerê xêz bikin 2018-08-28 09:06:03   STENBOL- Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum diyar kir ku ew wek jinên HDP’ê hem derbarê meclîs û hem jî der barê hilbijartinên herêmî de nîqaşan dimeşînin û amadekariyên cidî dikin. Zuleyha wiha got: “Jin wê dema nû nexşerêya xwe xêz bikin. Di şaredariyên bên bidestxistin de ewil wê saziyên jinan yên hatine girtin bê vekirin.   Parlamentera HDP’ê ya herêma Sêyemîn a Stenbolê Zuleyha Gulum der barê amadekariyên hilbijartinên herêmî û dema nû ya meclîsê de axivî û balkişand ser têkoşîna bi hev re. Zuleyhanê daxuyakirin ku bi perspektîfa jinan xwe ji bo hilbijartinên herêmî amade dikin û wê bi ser kevin. Zuleyhayê wiha got: “Dema meclîs,bi kolan, bi jin, hemû rêxistinên femînîst re tevbigere û gotina li qadan bibin meclîsê, wê meclis jî wê demê erka xwe bi cih bîne. Divê em têkoşîna topyekun ava bikin.”   ‘Jin her tim li kolanê bûn’   Zuleyhayê daxuyakirin ku li dijî êrîşên li hemberî destkeftiyên jinan tu car dest ji kolanan bernedane û di dema OHAL’ê de her tim jin li kolanê bûn û îro jî wê gotina xwe her tim dubare bikin. Zuleyhayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji meha îlonê şûnde wê bi rêxistinên femînîst re civîn pêk bên û ev tişt anî ziman: “Ji bo dema nû nîqaş wê bên meşandin. Wê nexşerêyek bê xêzkirin. Em jî di vê nexşerê de ne. Divê em riyên çareseriyê ava bikin. Em bi van riyan wê bikaribin li hember êrîşên li ser destkeftiyên jinan bisekinin.”   ‘Me der barê xeta polîtîk de nîqaş meşand’   Zuleyhayê balkişand ser kampa 3 rojan a di 20’ê Tîrmehê de li Wanê pêk hatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Parlamenteran der barê dema nû de nîqaş meşand. Roja ewil jinan tenê rewşa xwe nikaş kir. Di nîqaşan de me rewşa xwe jinan, têkoşîna xwe nêzîkatiya desthilatdariyê nîqaş kir. Me got em di kîjan asta rêxistinbûnê de ne. Em siyaseta jinan çawa dimeşînin. Me çima kotaya jinê pêk neanî. Me ev nîqaş kirin. Yanî bi kurtasî me der barê xebata polîtîk de nîqaş meşand. Di warê rêxistinbûna jinan de me tespît kir ku kêmasiyên me hene. Me biryara ku em bi tevgerên femînîst yên cîhanê re têkiliyê deynin biryar girt."   ‘Em hilbijartinên herêmî di perspektîfa jinê de nîqaş dikin’   Zuleyhayê bi lêv kir ku wan dest bi amadekariyên hilbijartinên herêmî kirine û hilbijartinên herêmî jî di perspektîfa jinan de nîqaş dikin, di vî alî de di eniya jinan de pêvajoya amadekariyê hat destpêkirin. Zuleyhayê ev tişt anî ziman: “Ne tenê wek HDP divê bigiştî em li dijî êrîşên li hemberî destkeftiyên jinan bibin yek. Di vê ferasetê me plana xwe kiriye. Qeyûman saziyên jinan girt. Encamên pir cidî derketin holê. Emê di hilbijartinên herêmî de şaredariyên xwe bigirin. Em wek jin divê hevpar têbikoşin. Gel xwedî li îradeya xwe derdikeve.”