'Heta ku tecrîd berdewam bike ew ê kaos jî bidome' 2018-08-25 09:03:15   AMED - Fîlîz Buluttekîn a HDP'yî diyar kir ku ew ê li dijî tundî, îşkence û binpêkirina mafan a li  girtîgehan têbikoşin û anî ziman ku heta li Îmraliyê tecrîd berdewam bike ew ê li welêt jî kaos bidome."   Hevseroka Bajarê Amdê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Fîlîz Buluttekîn diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan bandora xwe li ser rojeva welêt jî dike û anî ziman ku şert û mercên girtîgehê û Rewşa Awarte (OHAL) ku hat mayîdnekirin jî bi tecîrîdê ve girêdayî ye.     'Tecrîd li dijî hemû gelan tê pêkanîn'   Fîlîz anî ziman ku ji rojav komar hatiye damezrandin û şûnde polîtîkayên tundî, zilim û tunehesibandinê yên li ser kurdan berdewam dikin û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: " Tenê nav hatine û bêyî ku nêrîn zihnîyet bê guhertin ev polîtîka hata roja me ya îroa hatine.  Pergala AKP'ê ango rejîma yek mêrî berdewamiya vê pêvajoya ku bi salan e berdewam dike ye. Bandora vî şerî li Rojhilata Navîn, Kurdistanê û di tercrîda li ser birez Abdullah Ocalan de xwe dide der. Tecîrda li ser birez Abdullah Oclan jî tecrîda li ser Gelê kurd û ya li ser hemû gelan e. Bi tecrîda ku tê meşandin destkeftiyên Gelê Kurd tên hedefgirtin."   'Welat bi rewşa awarte tê rêvebirin'   Fîzê destnîşan kir ku tecrîd di hiqûqa gerdûnî de tune ye û nayê qebûl kirin jî û di berdewamaiya axaftina xwe de wiha got: "Titşa li welêt tê jiyîn aşkera dike ku daraz ne xweser e û bi emrê ku tê dayîn tê rêvebirin. Hemû biryarên ku di çarçoveya OHAL'ê de hatin dayîn hatin qanûnîkirin û welat her wê bi rewşa awarte bê rêvebirin. Bi  vê ve girêdayî ev binpêkirinên  ku li derve tên kirin li girtîghê jî di meriyetê de ne. Li gorî qanûnê mafê her girtiyekî heye. Lê li Tirkiyeyê girtî nikarin ji vî mafên xwe sûdê bigirin."   'Li welêt kaos heye'   Fîlîz di berdewamiya axafitna xwe de got ku piştî tecrîd bê rakirin ew ê girtî ji bikaribin mafên xwe bi kar bînin û ev tişt got: "Qanûn nayê bikaranîn.  Tenê li gotina ku devê kesekî derkeve tê nêrtin.  Dozger û dager li gorî qanûnan tevnagerin. Tenê ne di dozên siyasî de di dozên tacîc û tecwizêde de jî îfadeya jinê esas nayê girtin û ya mêr esas tê girtin. Di gelek dozan de tê xwestin ku jin bi sucdar re li hev bike.  Di dosyayên tundiyê de jî jin dîsa mahkûmî mêrê ku lê tundiyê dike tê kirin.  Yanî daraz li gorî edalet û hiqûqê tevnagere. Li welêt kaos heye lê di qada siyasî de meznahiya kaosê nayê dîtin. Heta ku tecrîd bê berdewamkrin wê kaos jî bidome."   'Bi berxwedanê pergal dikare bê guhertin'   Fîlîzê diyar kir ku li gel ku tê îdakirin li Tirkiyeyê dewleta hiqûq û demokrasyê heye jî hekûmetê heta niha ji bo vê tu gav neavêtiye û wiha dawî li axafitna xwe anî: " Tundî, îşkence û binpêkirina mafan li hemû girtîgehan di meriyetê de ye. Mafê dermankirinê yê girtiyên nexweş tê astengkirin. Em ê lidijî van hemû dijhiqûqî û binpêkirinên mafan li her derê di berxwedanê debin û têbikoşin. Ev pergal tenê bi têkoşîna me dikare bi dawî bibe."