'Lêçûna êrîşên derveyî sînor wê welat ber bi têkçûnê ve bibin' 2018-08-18 09:13:34   AMED- Hevberdevka Delege ya Amedê ya KCD’ê Zelal Bîlgîn diyar kir ku krîza aborî ya girantir bûye nikare tenê bi DYA’yê bê îfadekirin, bal kişand ser operasyonên di bin navê ‘derveyê sînor’ de û got: “Welatekî bifikirin her roj bi dehan balafirên şer jê radibin. Rabûna balafirek şer tenê lêçûna wê gelek zêde ye. Dema wisa be bi hêsanî tê texmînkirin ku wê ev krîz welat ber bi têkçûnê ve bibe.”   Hevberdevka Delege ya Amedê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (KCD) Zelal Bîlgîn der barê krîza aborî ya tê jiyîn de ji ajansa me re nirxandin kir û got sedema krîza aborî ya tê jiyîn polîtîkayên şer in û wiha pê de çû: “Heta ku hikûmet polîtîkayên şer bidomîne Tirkiye ne di alî aborî ne di alî civakî û ne jî di alî siyasî de wê rehet neke.”   ‘Fatureya krîzê wê li kedkar û karkeran bê birîn’   Zelalê daxuyakirin ku wê encamên krîzê giran bin û fatureya vê encama giran jî wê li karker û kedkaran bê birîn. Zelalê destnîşan kir ku wê krîza aborî bibe sedema ji karderxistinan û nedayîna mûçeyan û wiha pê de çû: “Ji ber krîzê wê fabrîka bên girtin. Esnafên biçûk jî wê yek bi yek dukanan bigirin. Patron wê bi hinceta krîzê karkeran ji kar derbixe an jî wê wek hêza erzan a kar bidin xebitandin. Her wiha wê malbatên xizan jî para xwe ji vê bigirin.”   ‘Polîtîkayên şer wê krîzê kûr bike’   Zelalê di berdewamiyê de bi lêv kir ku sedema esas ya krîza aborî ya li Tirkiyeyê tê jiyîn, ji bê îstîkrariya di polîtîkayên hundir û derve de ye û got: “Ne raste mirov krîza aborî tenê bi bûyera Rahîp Brunson ve girê bidin. Hêzên global hewl didin Tirkiyeyê têk bibin. Ji ber vê tenê bi sûcdarkirina DYA’yê aboriya welat nikare bê bi rêvebibin.”   Lêçûna şerê ‘derveyê sînor’   Zelalê ev tişt anî ziman: “Di bin navê derveyê sînor de operasyon tên kirin. Welatekî bifikirin her roj bi dehan balafirên şer lê radibin. Rabûna balafirek şer tenê lêçûna wê nayê hesabkirin. Dema wisa be bi hêsanî tê texmînkirin ku wê ev krîz welat berbi têkçûnê ve bibe. Divê desthilatdarî demildest ji bo pêşî li krîzê bigire dest ji polîkayên şer bede. Heta ev polîtîkayên şer bidomin wê krîza aborî jî kûr bibe. Yên dixwazin dawî li krîzê bê dayîn divê dawî li van polîtîkayan bînin û çareseriyên di zemîna hevpar de pêş bixînin.”nüce temamin