Fînala şerê 8 salan Îdlîb: Li Bakurê Sûriyeyê wê guherînên girîng bibin 2018-08-16 09:04:10   Habîbe Eren   ENQERE- Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît got wê li Bakurê Sûriyeyê guherînên cidî pêk bên û got Îdlîb tê wateya fînala şerê 8 salan a Sûriyeyê û got gotina Kurdan a ‘em jî hene’ girîng e. Hamîdeyê got hevdîtinên DYA û Rûs wê encamê nedin.   Nivîskar û pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît, geşedanên dawî yên Sûriyeyê û hevdîtinên di navbera Meclîsa Suriyeyê ya Demokratîk (MSD) û rejîmê de nirxandin.   Hamîdê got di salên borî de jî di navbera tevgera kurd û hikûmeta Şamê de dem bi dem hevdîtin hatine kirin û bi taybet li herêmên Hasekê û Qamişlo pirsgirêkên herêmî bi muzakereyê hatine çareserkirin. Hamîdê hevdîtinên di dema êrîşa li hemberî Efrînê pêk hatin jî bibîr xist û wiha pê de çû: “ YPG û artêşa Sûriyeyê gihiştin lihevkirinê lê di deqeya dawî de bi daxuyaniya SDG’ê ve peyman xera bû. Me wê demê ev dît; kanalên navbeta tevgera Kurd û rêveberiya Şamê vekirine û ji bo muzakerê astengiyek mezin tune.”   ‘Wê guherînên girîng pêk bên’   Hamîdê ev tişt anî ziman: “Her tim kanal vekirî hatin hiştin. Beriya zîrveya lîderên Astana ya Rûsyayê nûnerên Kurd civîna Moskovê pêk anîn û ji wir heta niha ev wisa bû. Di pêvajoya Efrînê de xetimîn hatin jiyîn. Lê hevdîtina van rojan bi rêveriya Şamê re hatiye kirin li gorî diyalogên berê ya yekeme. Mînak li Efrînê bi YPG’ê re hevdîtin hatin kirin. SDG’ê ev hevdîtin erê nekir. Niha li ser Tevgera Gel a Demokratîk, (TEV-DEM) hevdîtin tên kirin. Di daxuyaniya hat dayîn de jî hat gotin hevdîtin erênî derbas bûne û wê li Bakurê Sûriyeyê guherînên girîng pêk bên.”   ‘Îdlîb tê wateya fînala şerê 8 salan’   Hamîdê balkişand ser daxuyaniya endamê Konseya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl ya wekê ‘Em amadene tevlî operasyona li Îdlîbê bibin’ û diyar kir k udi mijara pratîkê de zelaliyek tune lê di şerê Îdlîbê ya tê wateya fînala şerê 8 salan a Sûriyeyê, de gotina Kurdan ya ‘Em jî hene’ gelek girîng e.   ‘Hevdîtinên Rûsya û DYA’yê encamê nadin’   Hamîdê daxuyakirin ku hevdîtinên DYA-Rûsyayê beriya operasyona Dera, bandora xwe nîşan daye û got: “Ji bo Îdlîbê wê hevdîtinên Rûs-DYA’yê hebin lê hevdîtin hebin jî wê encamek neyê girtin. Ji ber bandorek DYA’yê li ser Îdlîbê tune. Di vê eniyê de ancak Tirkiye dikare mudaxale bike.”   Hamîdeyê şerê li Îdlîbê wek ‘dayika şeran’ bi nav kir û got di her alî de rewşa Tirkiyeyê zehmete û got: “Di nokteyên çavdêriyê de bimîne an divê taahutên Astana bîne cih û piştgiriyê bide dorpêçkirina komên radîkal an jî wê dest nede cîhadiyên garantor û bi artêşa Sûriyeyê re bê rû hev. Ger nokteyên çavdêriyê vala bike jî du rêbaz li pêşbere; wê sînoran bigire û li hember koçberiyê ewlehiya sînor bigire û li herêmê bi cih be. Di vê rewşê de jî wê rayagitşî ya cîhan û NY’ê bigire pêşberî xwe. Heta wê bibe hedefa êrîşên tolgirtinê yên cîhandiyan. Rêbaza duyem; wê komên cîhadî bi ser Efrîn û Cerablusê de bişîne an jî wê sînor veke û di bin navê ‘koçî sivîl’ de hemûyan bigire.”