Fatma Kurtulan: Rêvebirina herêmî karê jinê ye 2018-08-14 10:11:01   Dîlan Babat   ENQERE- Fatma Kurtulan a HDP’î diyar kir ku ew dîsa li benda hilbijartinek nû ne û wiha got: “Rêveberiyên herêmî karê jinê ye. Qadên ku raste rast bandorê li jiyana me dikin e. Otorîteya navendî red dike. Kesek dest  jêberdana me xeyal neke.”   HDP’ê ku di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de benda ji sedî 10 derbas kir û di parlamentoyê de cihê xwe girt, wê di hilbijartinên herêmî de jî heman destkeftiyê bidest bixe. Serokwekîla Koma HDP’ê û parlamentera HDP’ê ya Mersînê Fatma Kurtulan diyar kir ku hemû destkeftiyên ku qeyûmên tayînê şaredariyên DBP’ê bûn tune kirin, wê şûnde bigirin.   ‘Xwestin şaredariya Alternatîf tune bikin’   Fatmayê da zanîn ku şaredariyên DBP’ê modala alternatîf pêş xistiye û bi terza rêveberiya dostê jin, zarok, civak û xwezayê, rê daye civakan ku xwe bi rêve bibin û wiha got: “Pergala hevserokatiyê ,  pêşî li jinan vekir ku jin raste rast tevlî rêveberiyê bibin. Feraseta nûneriya wekhev di her yekîneyê de pêkhat. Lê zîhniyeta yekparêz li dijî vê tehemul nekir û qeyûm tayînê şaredariyên me kir û hilbijartinên herêmî yên 2014’an ji 3’an yek betal kir.”   ‘Rêveberiyên herêmî karê jina ye’   Fatmayê daxuyakirin ku qeyûmên tayînê şaredariyên DBP’ê bûne bi zîhniyeta desthilatdariyê tevdigerin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hilbijartinên herêmî de jin ji bo destkeftiyên xwe ji nû ve bigire wê têbikoşin. Em niha dîsa di di pêvajoya hilbijartina pêşwext de ne. Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin. Bila kes xeyal neke ku em ê dest ji destkeftiyên xwe berdidin. Em xwedî berpirsyarin.Em ê amadekariyên xwe bi vê nêzîkatiyê bikin.”   ‘Kesên serî li hember AKP û MHP’ê natewînin hedef in’   Fatmayê got piştî hilbijartinan Wezîrê Karên Hundir  Suleyman Soylu li hevseroka giştî ya HDP’ê gerya ye û tehdîd kiriye, piştî vê serokomar Tayyîp Erdogan jî HDP hedef nîşan daye û ev tişt got: “Wek hilbijartinên 24’ê hezîranê wê di hilbijartinên herêmî de jî gel bersivê bidin kesên mafên wan xesp kirine. Em her tim hedefa desthilatdariyê ne. Lê ne tenê em. Hemû aliyên muxalîf hedefa AKP û MHP’ê ne. Piştî hilbijartinan em sê rojan li Wanê ketin kampê. Me zêdetir destkeftiyên jinan û şîdeta li ser jinê û têkoşîna li dijî êrîşa zayendî û şîdetê nîqaş kir. Em ê li dijî zîhniyeta ku jinan tune dihesibîne li meclîsê têbikoşin. Em ê jin desturê nedin vê zîhniyetê.”