'Heta ku jin azad bibin em ê têkoşîna xwe bidomînin' 2018-07-31 16:12:42   ENQERE - Hevberdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dirayet Dilan Taşdemîr derbarê 4'emîn salvegera komkujiya Êzidiyan de anî ziman ku divê 3'ê Tebaxê Roja Çalakiyê ya li dijî Komkujiyê û Qirkirina Jinê ya Navneteweyî bê îlankirin.    Hevberdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dirayet Dilan Taşdemîr derbarê rojeva jinê û "3'ê Tebaxê Roja Çalakiyê ya li dijî Komkujiyê û Qirkirina Jinê ya Navneteweyî" civîna çapemeniyê li dar xist.    'Ji bo edaletê divê berpirs bên darizandin'   Dirayetê bal kişand ser komkujiya 10'ê Cotmehê ya ku didome û got:"Li paytexta Tirkiyeyê li ber çavên hemû kesan komkujiyek plankirî pêk hat. Dadgeh ev 2 sal in ku didome. Ji bo edaletê divê berpirs bên darizandin. Kesên ku di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan em bi rêzdarî bi bîr tînin."   'Êrîşên li ser jinên Êzidî li dijî têkoşîna azadiya jinê ye'   Dîrayetê êrîşa 3'ê Tebaxa 2014'an a DAÎŞ'ê bi bîr xist û got:"Êrîşên li ser jinên Êzidî li dijî têkoşîna azadiya jinê ye. Ji bo êrîşên zayendî yên li ser jinê zêde nebe divê têkoşîna me bilintir bibe. Li ku derê cîhanê dibe bila bibe em ê li dijî zilma li ser hemû jinên cîhanê têbikoşin."   'Em bi polîtîkayên pişaftinê rû bi rû ne'   Dirayetê da zanîn ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji ber ku strana bi Kurdî gotiye cezayê astengkirina hevdîtinê dane wê û wiha domand:"Em bi polîtîkayên pişafitinê yên ku ji salên 90'î ne cuda ne rû bi rû ne. Qayyiman berê tehemmulî têgehên Kurd û Kurdistanê nekirin û tabelayên bi Kurdî daxistin. Niha jî stranên bi Kurdî qedexe dikin."   Her wiha Dirayetê bal kişand ser rewşa Sîsê Bingol û got:"Berê rapora ku dayika Sîsê nikare li girtîgehê bimîne dan lê niha berovajî vê raporê tev digerin. Em dizanin ku ev biryarana bi talimatan tê kirin."   Dirayetê herî dawî anî ziman ku heta ku jin azad bibin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.