HDP wê bi civînekê nexşerêya xwe zelal bike 2018-07-26 11:41:02   ENQERE - HDP ji bo ku nexşerêya xwe ya nû zelal bike vê hefteyê dicive. HDP li ser îhtîmala hilbijartina pêşwext ku pêk bê jî amadekariya ku startê bide dike.   Partiya Demokratîk a Gelan (DHP) ku di navbera 20 -22'yan de kampa perwerde û nirxandina derbarê geşedanên li Tirkiye û partiya xwe de pêk anî, wê nexşerêya xwe ya serdema nû bi civîna ku di dawiya vê hefteyê de li dar bixe zelal bike. HDP encamên ku ji kampê bi dest xistin wekî nexşerêya xwe ya nûh wê di serî de di civîna Meclisa Partiyê xwe de wekî pêşniyar pêşkêş bike û piştre jî wê pişter jî di civîna  Lijneya Navendî ya Rêveberinê ya partiya xwe de van encman bike biryar û dakeve qadê.   Herwiha di nexşerêya ku bê diyar kirin de wê derbarê xebatên hilbijartina ku li bendê ye di Adara 2019'an de bê kirin û îhtîmal heye ku pêşvebên kişandin de jî bernameyeke xebatê amade bike. Divê çarçoveyê de piştî ku komîsyon bên avakirin wê starta hilbijartinên herêmî jî bê dayîn.   Herwiha wê di civîna bê lidarxistin de peywirdarên nûh yên MYK'ê jî bên aşkerakirin.