HDP û DBP’î di nav lepên darazê de ne: Polîtîkaya tunekirinê tê meşandin 2018-07-26 09:13:38   ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser zextên li ser siyasetmedarên HDP û DBP’ê û got: “Polîtîkaya tunekirina destkeftiyan tê meşandin. Bi destên darazê cezayên giran li endam û rêveberên wan tên birîn.”   Zextên li hemberî siyasetmedarên Kurd didome. Leyla Guven a di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de HDP’ê li Colemêrgê hat hilbijartin, tevî hemû îtîrazan nehat tahliyekirin. Sonda xwe nexwar. Gelek siyasetmedar jî bi vî awayî niha girtî ne. Gelek ji wan tevî biryara wan a tahliyeyê hatiye dayîn jî ji ber îtîrazên dozgeriyê dîsa li ber girtîgehan hatin binçavkirin û girtin. Herî dawî jî hevşaredara Bulanikê Fîgen Yaşar lê zêde bû.   Rûniştina Fîgenê di 17’ê Tîrmehê de li Panos a Agiriyê hat dîtin. Li Fîgen û hevşaredar Rahmî Çelîk ê di heman dosyayê de dihatin darizandin 10 sal û 6 meh ceza hat birîn. Dosyaya Fîgenê hat cudakirin û biryara tahliyeyê hat dayîn. Tevî 10 saet di ser tahliyeyê re derbas bû dîsa hat girtin.   Parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, di demên dawî de zextên li ser siyasetmedarên Kurd nirxand.   ‘Dixwazin hêza siyasî ya HDP û DBP’ê sînor bikin’   Gulîstanê destnîşan kir ku AKP’ê di hilbijartinê de piraniya desthilatdariyê winda kiriye û ji ber vê dixwaze guhertinên cidî bikin û got: “Di serê van guherînan de jî rêbaza siyasî ya kevn bû. Ev rêbaz berdewama zîhniyeta ‘îtîhat û terakiyê’ bû. Vê jî di tasfiyekirina tevgera siyasî a Kurd de dibîne. Dixwaze hêza siyasî ya HDP û DBP’ê sînor bike. AKP bi polîtîkayên netewperest, zayendperest û mîlîtarîst dixwaze desthilatdariyê di destê xwe de bigire. Bi gotinên polîtîk dixwaze civakê parçe bike û bi rê ve bibe.  Hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê ji bo polîtîkayên AKP’ê pratîk bibe, pêk hat.  Bi OHAL û KHK’yên hatin derxistin jî daraz ket destê desthilatdariyê. Endam û rêveberên HDP û DBP’ê jî bi cezayên giran ceza dikin.”   ‘Daraz ket destê dethilatdariyê’   Gulîstanê bal kişand ser tahliyekirin û piştre dîsa girtina Fîgen Yaşar û got ev rewş nîşan dide ku daraz çawa bûye siyasî û daraza Tirkiyeyê ketiye rewşa ku muxalefetê sînor bike û tasfiye bike. Gulîstanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê  Leyla Guven tevî ku wek îradeya gel hatiye hilbijartin, hîna li girtîgehê tê girtin. Dozgerê biryara tahliyeyê da, piştre biryar guhert û ev jî wek lekeyek reş derbasî dîroka hiqûqê bû.”   ‘Em ê têkoşîna jinê mezintir bikin’   Gulîstanê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşa li hemberî siyasetmedarên jin û destkeftiyên jinan û ev tişt anî ziman: “Her tim di hedefa AKP’ê de jin hebûn. Em dibînin ku hemû destkeftiyên jinan tên tunekirin. Bêguman em jinên HDP û HDK’ê  wê rêxistinbûna jinan mezin bikin û têkoşînê gurtir bikin.”