Zaroka biçûk di şertên girtîgehê de nikare bijî: Sûcê Arînê çi ye? 2018-07-25 09:12:43   Dîlan Babat   ENQERE- Bav Mîhdî Yilmaz diyar kir ku ji ber şertên girtîgehê her tim li bedena Arînê birîn vedibin. Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku divê ev rêbaza îşkenceya li ser zarokan bê bidawîkirin û divê sererastkirina qanûnî ya divê zarokên di navbera 0-6’î de li girtîgehê nemînin, demildest pêk bê.    Li gorî daneyên 2018’an a Tirkiyeyê 668 zarok bi dayika xwe re li girtîgehê dimînin. Yek ji van zarokan jî Arîn  a 13 mehî ya nexweşa astimê ye. Esma Yilmaz bi keça xwe Arînê re li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Rihayê dimîne.  Tevî hemû serlêdanan Esma ji berdana bi kontrol fêde negirt. Lİ ser zextên raya giştî û daxwaznameyan, derman dan Arînê.   Mîhdî Yilmaz ku di 19’ê Tîrmehê de çû serdana hevjîn û keça xwe, ji ber zextan dermanan didin, keça wî dibin nexweşxaneyê û got di 5’ê Tebaxê de piştî encamên tahlîlan derkeve wê dermankirina nû bê kirin.   ‘Hewaya paqij tune ye’   Mîhdî ev tişt anî ziman: “Li girtîgeha Mêrdînê derfeta ku hewaya paqij bigire hebû. Lê li girtîgeha Rihayê ev derfet tune ye. 33 kes li qawîşan dimînin. Germahî 40 derece ye. Mezin nikarin bimînin wê zarok çawa bimînin. Ji ber germê klîmayê nadin.”   ‘Li bedena wê birîn çêdibin’   Mîhdî destnîşan kir ku Arîna 13 mehî ji germê gelek bi bandor dibe û got her tim di bedena wê de brîn vedibin û ev tişt anî ziman: “Psîkolojiya hevjîna min Esmayê jî xera bûye. Li ber çavên wê keça wê dihele û nikare tiştekî bike. Sûcê hevjîn û keça min tune ye. Bila demildest bên berdan.”   ‘9 mehe li girtîgehê ye’   Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş ku ji bo Arînê daxwazname da Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê got Arîna 13 mehî 9 mehê xwe li girtîgehê derbas kirine û got bi dayikan re ceza li zarokan jî tê birîn.   ‘Ya tê kirin îşkence ye’   Meralê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesekî mezin jî nikare di şertên girtîgehê de bimîne. Şertên niha Arîn têde ye îşkence ye. Dayika wê dikin hincet û li zaroka biçûk îşkencê dikin. Ger neyê dermankirin hinek pisgirêk wê derkevin. Nexweşe. Divê demildest dawî li vê dijhiqûqiyê bê anîn. Nexweşa astimê ye û ji bo nexweşên astimê hewaya paqij gelek girîng e.”   ‘Divê sererastkirinên pêwist bên kirin’   Meralê di berdewamiyê de destnîşan kir ku Arîn bi dayika xwe Esmayê re dikare ji berdana bi şertê kontrola edlî sûdê bigire  û got: “BAvê wê alava hewayê peyda kiriye lê alav li vî cihê qelebalix bandora xwe nikare bike. Astim nexweşiyek tê zanîn e. Tişta Arînê dijî hun bifikirin. Nikare bîhna xwe bigire. Ji ber kuxikê nikare xwarinê bixwe. Binê çavê wê mor dibin. divê sererastkirina qanûnî ya divê zarokên di navbera 0-6’î de li girtîgehê nemînin, demildest pêk bê. Zarokên li girtîgehê dimînin ji xwezayê bêpar tên hiştin.  Sûcê zarokan tune ye. Ev pêkanînek li dijî mafên zarokane.”