Feleknas Ûca: Bêhurmetiyê nîşanî nirxên civakî didin 2018-07-21 09:22:47   WAN - Derbarê parlementerên  HDP'ê Feleknas Ûca û Mehmet Ruştu Tiryakî de bi minesebeta tevlî cenazeyê endamê HPG'ê bûne lêpirsîn hate destpêkirin. Feleknas Ucay nêrazîbûn nîşanî destpêkirina lêpirsinê da û got ku bi van biryara bêhurmetiyê nîşanî nirxên civakî didin.    Piştî ku li Tirkiyeyê hilbijartin bi dawî bû, her roj der barê parlementerên HDP'ê de lêpirsîn tê vekirin. Piştî parlementera HDP a Amedê Remziye Tosun niha jî der barê parlementerên HDP'ê Feleknas Ûca û Mehmet Ruştu Tiryakî de bi boneya tevlîbûna merasîma cenazeyê endamê HPG'ê Dewran Baysal ê Colemêrgê jiyana xwe ji dest da bû lêpirsîn hate destpêkirin.  Derbarê vekirina lêpirsinê de Feleknas Ûca nirxandin kir.    'Dixwazin di vê pêvajoyê de bi van kirinan dengê nijadperestan ji xwe re qezenc bikin'   Feleknasê bertek nîşanî vekirina lêpirsînê da û anî ziman ku  tu baweriyên cîhanê de tevlîbûna merasîma cenazeyan nehatiye sûcdar kirin û got ku li Tirkiyeyê  rêbazên ol û baweriyan tên binpêkirin û wiha axivi:"Ev biryareke sîysasî ye. Ji ber ku di dema hilbijartinê de jî di parlementoyê de tevlîbûna merasîma cenazeyan bû mijareke mezin. Tevlîbûna vekîlan a cenazeyan bûye sedemê lêpirsînê. Xwestin siyasetekê di nav civatê de ava bikin. Ji ber vê yekê ev ji me re tiştek nû nîne. Ev berdewamiya xebatên parlementoyê yên pêvajoya berê de jî bû. Çima siyaseta dewleta Tirkiyeyê di nav şer de ewqas bi tunekirin û înkarkirinê tê meşandin. Gava ku rejîm pergala xwe dide guhertin, li ser wê yekê li ser parlementeran lêpirsînê dide vekirin. Dixwaze rojeva bi wê bide guhertin. Dixwazin di vê pêvajoyê de dengê nijadperestan ji xwe re qezenc bikin. Dixwaze mirina mirovan bi sûcdarkirinê bikin rojevê."   'Pêwist e ev pirsgirêk bê çareserkirin'   Feleknasê bi lêv kir ku tu deverên cîhanê bawerî evqas nehatine binpêkirin û wiha berdewam kir:"Li tu deverên cîhanê de mînaka vê nehatiye dîtin. Di berê de heyanî niha bawerî û rêza li hemberî olan her tim hatiye parastin. Tê bîra min gava ku em zarok bûn gava erebeyên ambulansan derbas dibûn em ji ber rêza li hemberî miriyan em radibûn ser piyan heyanî ambulans derbas dibû. Çima em îro bi krîmalîzekirinê cenazeyan evqas dixin pêş, ev ji girêdahî siyaseta dewletê ye. Ji bo ku êdî ev cenazeye neyên û ji bo ku êdî hêstirên çavên dayikan neyên rijandin pêwîst e ev pirsgirîk bê çareserkirin. Pêdivî pê heye em vê pirsgirîkê jî bi nav bikin. Ev pirsgirêk jî realiteya vî welatî ye. Bi salane cenaze tên vî welatî. Lê tu demê evqas krîmalîzekirina cenazeyan û mezelan nehatiye binpêkirin. Li Xerzanê  267 cenaze ji goristanê hatine derxistin. Duh  jî li Yenikopruyê kevirên ber mezelan hatine xerakirin. Di kîjan baweriyê de tiştek wisa çêbû ye? Li ser mirovên mirî siyaset tê meşandin. Îro bi dehan cenaze bê nav in. Ji bo ku ev êş wisa berdewam neke, em vê pirsgirîkê bi nav bikin û çareser bikin. Çi bibe bila bibe em parlementerên vî gelî ne em bi vîna vî gelî hatine hilbijartin."   'Di  maddeyê kîjan makeqanûnê de tevlîbûna cenazeyan wek sûc hatiye dîtin?'   Feleknasê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di tu makeqanûnan de tevlîbûna cenazeyan suc nayê hesibandin û wiha got:"Ji hikûmetê bipirsin, ji dozgeriya Cumhuriyetê bipirsin di kîjan makeqanûnê de tevlîbûna cenazeyan wek sûc tê dîtin? Ji kerema xwe re ji me re îzah bikin ev di kîjan maddeyên maqanûnê de cih digire? Civaka Tirkiyeyê tevahî qaneh bikin. Tu pirtûkên ol de tiştek wisa nayê nivîsandin. Dixwazin  di vê pêvajoyê de HDP'ê krîmîlaze bike. Bila hesabê kesên ku di kolanan de li ser bedena Ekîn Wanê teşhîrkirin û tazîkirin bila hesap û lêpirsîn ji wan re bên pirsin. Çima derheqê wan de lêpirsîn nehate vekirin? Dayika Taybet 7 rojan di kolanê de di nav xwîna xwe de ma çima kesên ku bûne sedême Taybet anayê nehatine darizandin? Bila tu kes  ji kerema xwe re li ser nirxên gel siyasetê nede meşandin."