Remziye Tosun:Me hemû tişt da ber çavên xwe û em derketin rê 2018-07-19 09:57:14   Berîtan Canozer    AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun a ku ji ber tevli cenazeyê Mehmet Yakişir ê HPG'î bû derbarê wê de lêpirsîn hat destpêkirin diyar kir ku tevlibûna merasîme cenaze di kîjan bawerî çandê de qedexe ye û ev tiştgot: "Dema ku me berpirsiyariya îradeya gel girt ser xwe me hetişt da ber çavên xwe."   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) ya Amedê Reziye Tosun a ku tevli merasîma cenazeyê şervanê HPG'ê Mehemet Yakişir ê li Gumuşhaneyê jiyana xwe ji dest da bû, derbarê wê de lêpirsîn hat destpêkirin. Remziye diyar kir ku lêpirsîna hatiye vekirin parçeyek ji polîtîkaya hikûmetê ya bêzarkirinê ye.   'Pêdiviya gelê me li ku bi me hebe em ê li wê bin'   Remziye diyarkir ku ev tundiya li wan tê kirin di heman demê de li Gelê Kurd tê kirin û wiha got: "Tevlibûna merasîma cenaze li gorî kîjan bawerî, çand û netewan suc e?  Ev xwewindakirineke çawa ye?  Em îradeya vî gelî ne pêdiviya gelê me li ku bi me hebe em ê li wê bin.  Me ev berpirsiyarî ji ber vê girt ser xwe.  Tevlibûna merasîma cenaze parçeyek ji exlaqê civakî ye. Çaw em tevli merasîma cenaze bûn derabarê me de ji aliyê dozgeriyê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin.  Ev tundî ji bo ku bi me gavê paşve bidin avêtin tê kirin. Lê em paşve gavê navêjin."   'Êrîş li dijî siyaseta HDP'ê ye'   Remziyeyê diyar kir ku ev lêpirsîn li dijî HDP û siyaseta HDP'ê hatiye destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tevlibûna HDP'ê ya nava gel û li gorî pêdiviyên gel pêşxistina siyasetê ya HDP'ê  dibe sedema bêtehemûliyê. Li gel hemû tundî û êrîşên li ser HDP'ê ku bi dehan parlamenter û siyasetmedarên wê hatin girtin jî HDP'ê dîsa di 24'ê Hezîranê de bendav derbas kir û çû meclisê. Lê li gel van hemû pêkanînan jî disa HDP li meclisê nayê qebûlkirin. Ji ber vê em dizanin ku ew ê bi hemû hêza xwe bi ser me de werin. Lê li gel vê em jî çi ji destê me bê em ê bikin û em ê ji siyasta xwe tawîzê nedin."   'Ne ji mirovahiyê re û ne jî ji miriyan re rêzgirtin heye'   Remziye diyar kir ku ligel lêpirsîna hat vekirin polîsan jî bi ser mala şînê de girt û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kîjan bawerî dixwaze ku bi ser mala şînê de bê girtin?  Çar welatiyên me yên ku ji bo ser saxiyê li mala şînê bûn hatin binçavkirin. Ji bo ku kes êşa xwe bijîn jî destûr nayê dayîn. Ev çawa kîn û nefrt e?  Li gel bêrêziya li dijî miriyan li dijî mirovahiyê jî bêrêzî tê kirin. Ez van polîtîkayan şermezar dikim û ez careke din dibêjim ku em ê li cem gelê xwe cih bigirin."