Meclîsa Jinê ya HDP'ê dê li Wanê starta serdema nû bide 2018-07-11 10:34:16   Habibe Eren   ENQERE - Hevberdevka Jinê ya HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemir diyar kir ku li dijî jinê gotinên nefretê tên bikaranîn û got ku ew ji têkoşîna xwe ya mafdar bawer in.    Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo plansaziya serdema nû û diyarkirina rêbazên ji bo têkoşîna jinê di 9'ê Tîrmehê de cîvin li dar xistibû. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê û Hevberdevka Meclîsa Jinê Dîlan Dîrayet Taşdemir derbarê têkoşîna jinê ya li dijî rejîma nû de nirxandin kir.    Dîlanê diyar kir ku wan ji bo serdema nû plansaziyek nû ava kirine û got ku xalek hevpar ji bo têkoşînê ava kirine.    Dilanê destnîşan kir ku di vê serdemê de jinan serkeftinek mezin bi dest xistine û got:"Hemû jin beşdarî xebatên hilbijartinê bûn û li dijî faşîzmê li ber xwe dan. Tevî hemû zordestiyan û mudaxaleya li dijî sindoqan jinan dîsa jî berxwe dan. Wekî meclîsa jinê jî di  çarçoveya xalek hevpar de me biryara têkoşîna li dijî faşîzmê dan. Di plansaziya nû de em ê li dijî polîtîkayên ku dijminatiya jinê dikin têkoşîna xwe mezintir bikin."   'Demokrasî û azadî di bin talûkeyê de ne'   Dîlanê got ku di serdema nû de dewsa Wezareta Jinê, Wezareta Kar Xebatên Civakî û Malbatê  hat vekirin û wiha domand:"Em vê zihniyetê 16 sal in ku nas dikin. Jinê di malê de hepis dikin û ji bo îstismara li dijî zarokan jî dibêjin 'Ji carekê tiştek nabe'. Loma azadiya jinê her wiha ya civakê û demokrasî di bin talûkê de ne. Li dijî demokrasî û azadiya jinê plana têkbirinê dixin meriyetê."   'Di serdema nû de em ê bi perspektîfek bi hêz têkoşîna xwe bidomînin'   Dîlanê anî ziman ku ew ê kêmasiyên xwe bigirin ber çavan û ji bo serdema nû bi hêzek hîn mezin têkoşîna xwe bidomînin û got:"Em ê di meclîsê de jî hevkariya jinê mezin bikin. Partiya ku herî zêde qîmetê dide jinê HDP ye. HDP rastiya Mezopotamyayê û Kurdistanê ye."   'Tecrîd merseleya vî welatî ya azadî û aştiyê ye'   Dîlanê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:" Tecrîd merseleya vî welatî ya azadî û aştiyê ye. Merseleya tecrîdê gelek girîng e. Kaosê bi tecrîdê dest pê kir. Bi vê tecrîda giran tê xwestin ku hêviya aştî û azadiyê winda bibe. Loma divê ev tecrîda giran ji holê rabe."   Dê starta serdema nû li Wanê bê dayin   Dîlanê herî dawî anî ziman ku ew ê wekî meclîsa jinê di 21-22'ê Tîrmehê de li Wanê civînekê li dar bixin û di vê çarçoveyê de starta xebatên serdema nû bidin.