HDK:Divê berpirsiyar hesap bidin 2018-07-09 16:34:15   STENBOL - HDK'ê sersaxî ji malbatên kesên di facîaya qezaya trênê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û xwest axîna Çorlu û Soma li erdê neyê hiştin. HDK'ê xwest piştevanî û têkoşînê xurt bikin.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî qezaya trênê ku sefera navbera Kapıkule-Halkali dikir û 24 rêwiyan di qezayê de jiyana xwe ji dest dan û 338 kes birîndar bûn, sersaxî ji malbatan re xwest.    Daxuyaniya HDK'ê wiha ye “Pergala Kapîtalîzmê ya kedxwarî û kuştinê mirovan qetil dike. Di vê komkujiya ku pergala sermayeyê û aqilê dewletê yê di xizmeta vê yekê de raste rast berpirsiyarê vê yekê ye. Di qezaya Pamukova ya trênê û komkujiya Somayê de jî bi hezaran kedkar û karkeran jiyana xwe ji dest dan. Em ji malbatên kesên di qezaya Çorlu ya trenê de jiyana xwe ji dest dan sersaxiyê dixwazin. Ji kesên birîndar re jî şifaya acîl dixwazin. Divê em ji berpirsiyaran hesap bipirsin û piştevaniya xwe xurt bikin."