Ji Pervîn Buldan rexnedayîn: Me nûnertiya wekhev bi dest nexist 2018-07-09 15:06:26   ENQERE - Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan, ji ber ku di 24'ê Hîzranêde nûnertiya wekhev bi dest nexistin ji jinan re rexenedayîn da. Pervînê derbarê îstîsmara zayendî ku zêde dibe û revandina zarokan de jî wiha got: "Ger ku Wezareta Jin û Zarokan neyê damezirandin kesek nikare rê li ber tişta diqewime bigire."   Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo ku Hilbiajartinên 24'ê Hezîranê bi nirxîne, xwe ji bo serdema nû amade bikin û ji bo rêxistinkirina jinan divê çi bê kirin niqaş bikin li navenda xwe ya giştî civîn li dar xist.   Axaftina vekirinê ya civînê ji aliyê Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan ve hat kirin. Pervîn qezaya trenê ya li Çorluyê bi bîr xist û sersaxî ji malbatên ku xizmên wan jiyana xwe ji dest dan re xwest û got tişta hat jiyîn ne qeza qirkirin e. Pervîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: " Ji ber ku Saziya Rêyên Hesinî û Wezareta Veguhestinê ku îhale îptal kirin ji vê bûyerê berpirsiyar in. Îhmalek mezin heye. Divê kesên ku ji vê berpirsiyar in hesap bidin û bên darizandin.  Em ê wekî heyet jî biçin cihê bûyerê û lêkolînê bikin."   'HDP bû partiya yekem ku bendav derbas kir'   Pervînê bal kişand ser Doza Somaya Manîsayê ku 301 kesî di encamê de jiyana xwe ji dest da û wiha dirêjî da axafitna xwe : "Rastiyeke ku 301 welatiyan jiyana xwe ji dest daye heye. Em dixwazin ku di daneşîna biryarê de cezayekî ku êşa me sivik bike ji berpirsiyaran re bê dayîn.  Pervînê hilbijartinên 24'ê  Hezîranê jî bi bîr xistin û wiha got: "Ev bu hilbijartineke ku serokomar tê de bên hilbijartin. Di serdemeke ne meşrû, di şert û mercên OHAL'ê de ku bi sedan kes di girtîgehan de ne HDP'ê di vê hilbijartinê de serkeftineke mezin bi dest xist. HDP bû partiya yekane ku bendava derbas kir."    'Em rexnedayîna xwe didin'   Pervînê ji jinên di girtîgehan de dimîn re jî spas kir, diayr kir ku wan di vê hilbijartinê de temsîliyeta wekhev ya jinê bi dest nexistiye û wiha got: "Me got ku me îmze avêt binê serkeftineke mezin lê em dibêjin ku ev serkeftin ji bo me ne bes e.  Partiya ku herî zêde nûneritiya jinê lê heye HDP ye. Lê ji ber ku me nûnertiya wekhev bi dest nexist em rexnedayîna xwe didin.  Li gel 67 parlamenterên mêr 26 parlamenter kedtin parlamentoyê. Em derketin rêjeyaji sedî 37'an. Lê em dizanin ku ev ne bes e. Ev nebesî wekî dersekê ye ji bo me ku em di serdema bê de vê çareser bikin."     'Di serdema pêşiya me de wê bêhtir êrîş bikin'   Pervîn li ser serdema nû ya piştî hilbijartinê jî nirxandin kir û wiha got: "Diyar e ku ew ê ev paregal jî tu pirsgirêkan çareser neke. Me bi caran di vî warî de hişyarî kir.  Em dibêjin ku divê dest ji vê pergalê bê berdan û demlist derabsî pargala parlamenteriyê bibin.  Ev paergal dibêje ku wê faşîzim berdewam bike. Ez dixwazim bibêjim ku me biryara KHK'ê ya îxrackirin 81 kesî red kir. Ji kargirtina evqas kes dide diyar kirin ku ew ê di dema bê de zêdetir êrîş bikin."   Divê ku Wezareta Jin û Zarokan bê avakirin'   Pervîn derbarê revandin zarokan ku roj bi roj zêde dibe de jî nirxandin kir û wiha dawî li axafitna xwe anî: "Ji Eylul, Leyla û Ufuk ê ku hatin revandin û jiyana xwe ji dest dan dewlet berpirsiyar e.  Heta ku Wezareta Jin û Zarokan neyê damezrandin ev pirsgirêk wê neyê çareserkirin. Ji bo ku rê li ber îstîsmar û êrîşên li dijî jinan bê girtin divê demildest ev wezaret bê damezrandin."