HDP: Îcreata ewil ya serdema nû îxrac û girtin in 2018-07-08 16:50:50   ENQERE - Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî bertek nîşanî KHK'ya hejmar 701'ê ku gelek kes pê hatin îxrackirin, Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Welat hatin girtin dan. Hevserokan wiha got: "Serdema nû ya Tirkiyeyê ku berdewamiya tifaqên kur e, îceraeta wê ya yekem îxrac û girtina xwedekarên ODTU'yê ye û vê yekê qet em matmayî nehiştine."   Hevserokên DHP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, derbarê KHK'ya hejmar 701 a dawîn a OHAL'ê de daxuyaniyek nivîskî weşandin. Hevserokên HDP'ê ku bertek nîşanî KHK'ê dan diyar kirin ku îcereata ewil ya 'serdema nû' ku berdewamiya tifaqên kur e  îxrac, girtin û binçavkirina  xwendekarên ODTU'yê ye.   Daxuyaniya ku ji aliyê Pervîn û Sezaî ve hat dayîn wiha ye: “18 hezar û 632 perrsonel ji kar hatin avêtin. Rojnameyên Ozgurlukçu Demokrastî, Welat, Halkin Nabzi û 12 komele hatin girtin. Dîsan li Mêrsîn, Wan, Bedlîs, Mêrdîn û Rihayê endamên Egîtim Sen û SES’ê ji kar hatin avêtin. Bi KHK’a dawî akademîsyenên aştiyê jî ji kar hatin avêtin. Hejmara akademîsyenên ji kar avêtin derket 404’an. Lê li holê ne dadgehek û ne jî belgeyek heye ku van kesan ji kar bavêjin.     'Dibin navê serdema nû' de, bi îxraç û binçavkirinan yekem dibêjin ku wan pêngava yekem avêtiye. Binçavkirin û girtinên xwendarên ODTU ne em matmayî nehiştine. Nîqaşên rakirina OHAL'ê xeyalî ne.”      HDP’ê di dawiya daxuyaniyê de banga têkoşîna demokrasiyê kir û wiha got: “ Hesabên Serokê Giştî yê AKP û Serokkomar, bi kesên koletiya wan na kirin re, bi dawî nabe. Îro têkoşîna demokrasî, hiqûq û edalet ji hemû deman girîngtire û pêdivî heya ku bê mezinkirin. Divê kesên li dijî operasyonên koalîsyona desthilatdariyê bên gel hev û bi hevre têkoşîna demokrasiyê bi rêve bibin.”