Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Serdozger sûc kiriye 2018-06-30 10:46:02   ENQERE - Meclîsa Jinê ya HDP'ê derbarê redkirina tehliyeya Leyla Guven de daxuyanî da û got:"Serdozger tahliye asteng kiriye û li dijî Leyla Guven sûc kiriye."   Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê redkirina tehliyeya Leyla Guven de daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serdozger tahliye asteng kiriye û li dijî Leyla Guven sûc kiriye.   Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin pêkanîna li dijî Leyla Guven kêfî ye û wiha dewam kir:"Redkirina tahliyeya Leyla Guven diyar dike ku rejîma qesrê û AKP'ê li dijî feraseta azadiya jinê astengî ye. Em jinên wêrek in. Leyla vîna gelê Colemêrgê û milyonan gelî ye."