Di qanûnê de cih nedan Pergala Hevserokatiyê 2018-06-28 09:11:56   ÎZMÎR - Seroka Meclîsa Jinan a Konseya Bajar a Îzmîrê Kisbes Aydin diyar kir ku di mijara temsiliyeta jinan a di hilbijartinan de partî di polê de mane û wiha got: “Pergala hevserokatiyê heta wekheviya zayendê pêk bê dikare bibe çareserî. Ji ber HDP vê pêk tîne hinek kes vê rast nabînin. Lê divê pergala hevserokatiyê bê xurtkirin û bikeve qanûnê.   Li gorî encamên hilbijartinên dema 27’emîn a Parlamenteriyê ji 600 parlamenterên ketine meclîsê 103 jê jin in û 497 jî mêr in. Nûneriya li meclîsê ji sedî 17.1 ma û li 33 bajar jî qet namzet derneketin. Partiya ku rêjeya herî bilind parlamenteran jê derket jî HDP bû.   Seroka Meclîsa Jinan a Konseya Bajar a Îzmîrê Kisbes Aydin jî encamên hilbijartinê û temsiliyeta jinê a li meclîsê nirxand û diyar kir ku divê pergala hevserokatiyê ya di HDP’ê de pêk tê, derbasî qanûnê bibe û  wiha got: "Nîvê civakê jin in lê çaryeka meclîsê ne jin in. Partiyên meclîsê di polê de mane. Hejmara zêde ya jinan a parlamenteran di HDP’ê de ye."   ‘CHP’ê ji sedî 33 kotaya xwe tije nekir’   Kotaya ji sedî 33 a CHP’ê behsa wê dikir jî tije nebû û got kota ji bo temsiliyeta jinê têr nekiriye û divê pergala fermuarê pêk bê. Kisbesê destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê heta ku wekheviya zayendî pêk bê dikare bibe çareserî û wiha got: “Hinek alî tenê ji bo ku HDP vê pêk tîne, rast nabîne. Kî rastiyê pêk bîne divê xwedî lê bê derketin. Divê pergala hevserokatiyê bê xurtkirin. Divê bikeve qanûnê.   ‘Soz jî hemû zayendperest bûn’   Kisbesê daxuyakirin ku pirsgirêka jinan herî baş jin fêm dikin û siyasetek piraniya wê mêr bikin ji pirsgirêkên jinan re biyanî ne û siyasetmedaran li qadan sozên cidî nedan û sozên wan jî zayendperest bûn.