Li 14 bajaran deng ji nû de tên jimartin 2018-06-27 10:31:53   ENQERE - Piştî ku YSK'ê encamên hilbijartinê yên ne fermî aşera kirin li 14 bajaran li dijî encman îtîraz hat kirin. Li herêmên ku îtîraz li wan hat kirin deng ji nû de tên jimartin.   Pişît ku encamên ne Fermî yên hilbijartina 24'ê Hezîranê ya serokoma û serdema 27'emîn a parlamenteriyê hatin aşkerakirin derbarê lijneya sendoqan û girtekan de, li lijneyên giştî yên navçeyan îtîraz hat kirin   Li gorî vê li Duzge, Meletî, Aydin, Hatay, Xerpêt, Edîrne, Burdur, Nîgde, Bartin, Mugla, Balikesîr, Muş û Colemêrgê ji bo hilbijartina parlamenteriyê îtîraz hat kirin. Herwiha li navçeya Gedîz ya Kutahyayê jî di hilbijartina serokomariyê de di sendoqekê de hat îdakirin ku dengên ji bo serokomar Tayyîp Erdogan kêm hatin jimartin û îtîraz hat kirin.