Şukran Dogan: Ji bêhêvitiyê re cih tuneye 2018-06-27 09:12:40   ENQERE - Cîgira Serokê Giştî yê KED’ê Şukran Dogan bi lêv kir ku HDP’ê tevî her tiştî bend derbas kiriye û bûye partiya sêyemîn a meclîsê.   HDP’ê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de ji sedî 11.67 deng girt û 67 parlamenter şand meclîsê. Cîgira serokê giştî ya partiya KED’ê  Şukran Dogan encamên hilbijartinê û derbaskirina bendê ya HDP’ê nirxand.   Şukranê diyar kir ku di alî HDP’ê  xebatên hilbijartinê bi awayekî adîlane pêk nehatiye û wiha got: “Sindoq kirin yek û gelek nelêrêtî pêk hatin. Di pêvajoyek wisa de HDP’ê bend derbas kir û bû partiya sêyem. Daxwazên Kurdan ji aliyê ciwanan ve piştgirî girtiye.”   Şukran a di heman demê de di Platforma Hilbijartinê ya Adîlane de cih digire bi lêv kir ku roja hilbijartinê jî gelek binpêkirin û nelêrêtî pêk hatine û di qezenckirina AKP’ê de weke ku hinek tiştên din hene tê dîtin.