Serpîl Kemalbay: Hewcedarî bi têkoşînek xurt heye 2018-06-27 09:06:14   ÎZMÎR - Serpîl Kemalbay destnîşan kir ku yekem partiya ku li meclîsê temsiliyeta jinê bi asta bilind bi dest xistiye HDP ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Krîza demokrasiyê ku gelek darbe xwariye didome.  Em ê bi jinên partiyên din re bibin hevpvar û em ê vê bigirin dest. Êdî li qadan hewcedarî bi hewldanek xurt heye.”   Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemal ku di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de hat hilbijartin diyar kir ku di bin OHAL’ê de HDP’ê carek din bend derbas kiriye û her wiha xistina temsiliyeta jinê ya li meclîsê jî wek windabûna demokrasiyê bi nav kir.   ‘CHP ji muxatabê xwe reviya’   Serpîlê daxuyakirin ku bi taybet li hember hilbijêrên Kurd zext hebûn û tevî van hemûyan divê em têkoşîna demokrasî û azadiyê veguherin derfetê û em ji vir bersivekê bidin. Serpîlê got namzetê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş kampanyaya hilbijartinê li Girtîgeha Edîrneyê meşandiye û tevî vê yekê ji partiyên din zêdetir deng sitendiye.   ‘Krîza demokrasiyê didome’   Serpîlê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha krîza demokrasiyê didome. Ji partiya me 67 parlamenter wê bikevin parlamentoyê û van hilbijartinan wê hem li parlamentoyê hem jî li qadan bimeşînin. Di van şertên dijdemokratîk de derbaskirina bendê gelek girîng e. Me ev şert û merc derbas kirin. Krîza demokrasiyê didome. CHP di demokrasiyê de ne samimî ye.”   ‘Em ê bi parlamenterên jin re hevpar bixebitin’   Serpîlê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku HDP’ê di alî wekheviya zayenda civakî de pêngavên girîng avêtine û ev jî di pêvajoya namzetiyê de xistine meriyetê û di HDP’ê de bi rêjeyek girîng parlamenterên jin ketine meclîsê. Serpîlê got wê li meclîsê bi jinên partiyên din re bi awayekî hevpar xebatan bimeşînin.