‘Tevî hîle û diziya AKP’ê serkeftin hat bidestxistin’ 2018-06-26 09:03:12   ÇEWLÎK- Namzete HDP’ê ya Çewlîkê Şefîka Dogan diyar kir ku HDP’ê bi têkoşîna jinan bend derbas kiriye û tevî dizija AKP’ê jî HDP’ê serkeftinek mezin bidest xistiye.    Di hilbijartinan de ewlehiya sindoqan tune hat hesibandin û îdiayên der barê diziya dengan û dengên blok hatine bikaranîn de dîmen di çapemeniya civakî de hatin parvekirin. Tevî hemû zext û astengiyan HDP’ê benda ji sedî 10 derbas kir û 67 parlamenter ketin meclîsê û bû partiya sêyemîn a Tirkiye yê.   Li Çewlîkê jî binpêkirin pir hatin jiyîn û Şefîka Dogan a ji rêza sêyemîn a HDP’ê namzet bû, binpêkirinên mafan û derbaskirina bendê ya HDP’ê nirxand.   ‘Serkeftina HDP’ê nîşaneya serkeftina jinê ye’   Şefîkayê destnîşan kir ku AKP hewl dide bi hîle û diziyê desthilatdariya xwe bidomîne û got: “Tevî hemû hîle û diziya AKP’ê jî HDP ji nû ve ket meclîsê. Bi taybet ji bo HDP bendê derbas bike jin pir xebitîn. Ez ji bo hemû hevalên me spas dikim.”   Şefîkayê balkişand ser derbaskirina bendê a HDP’ê jî û wiha pê de çû: “HDP pirsgirêka wê ya di bin bendê de bimîne tunebû.  Pirsgirêka di bin bendê de bê hiştin hebû. Li gelek bajaran hîle hatin kirin. Lê me bi welatiyên xwe re hewl da em pêşî li van bigirin. Tevî diziya AKP’ê, serkeftinek mezin hat bidestxistin.”