Li 3 metropolên mezin ji 162 parlamenteran jê 31 jin in 2018-06-25 10:56:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye di temsîliyeta wekhev a di meclîsê de di cîhanê de di dora 132'an de ye. Li gor encamên ne fermî yên hilbijartinê li 3 bajarên metropol ên wekî Stenbol, Enqere û Îzmîrê ji 162 parlamenteran jê 31 jin in.   Tevî fen û fûtan hilbijartin li gor encamên Ajansa Anadoluyê hat aşkerekirin û hat dîtin ku hejmara jinên parlamenter li çiqas kêm in. Li Stenbola ku wekî 3 herêm hat dabeşkirin ji nav 98 parlementeran tenê 20 jê jin bûn. Her wiha li Îzmîrê ji 28 parlamenteran tenê 4 jê jin bûn. Li Enqereyê jî ji 36 parlamenteran tenê 7 jê jin bûn.