Parlamentoya Ewropayê: Tenê mevkîdaşê me ne Erdogan e 2018-06-25 09:26:00   AMED - Derbarê encamên 24'ê Hezîranê yên ku bi awayekî fermî hîn teqez nebûye Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Kati Piri got:"Astenga herî dawî ya li pêş rejîma serokatiyê ya ne demokratîk jî rabû."   Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Kati Piri encamên hilbijartinên 24'ê Hezîranê yê li Tirkiyeyê yê ne fermî nirxand. Kati Piri bi bîr xist ku li Tirkiyeyê di bin rewşa awarte de hibijartin pêk hatiye û got:"Serokkomar Erdogan di warê hilbijartina serokatiyê de bi ser ket. Astenga herî dawî ya li pêş rejîma serokatiyê ya ne demokratîk jî rabû."   Kati anî ziman ku derbaskirina bendê ya HDP'ê serkeftinek mezin e û wiha domand:"Tevî hemû şerd û mercên ne wekhev û di bin rewşa awarte de, Erdogan di hilbijartina pêşwext de bi ser ket. Astenga herî dawî ya li pêş rejîma serokatiyê ya ne demokratîk jî rabû. Ev sîstema ne li gor muzakereyên Yekîtiya Ewropayê ye."   Li gor encaman muhalefet serkefti ye   Kati got:"Em ê bivînin ka Erdoganê soza xwe ya rakirina rewşa awarte û hiqûqa bi adalet bîne cih an na. Li girtîgehan bi deh hezaran mirov li benda darizandinek bi edalet in. Encamên yekem nîşan dide ku muhalefeta siyasî ya li Tirkiyeyê serkeftî ye. Divê Yekîtiya Ewropayê tenê wekî mevkîdaş Erdogan nebîne."