Pervîn Bûldan dê encamên hilbijartinê li Enqereyê bişopîne 2018-06-24 16:38:06   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li Stenbolê dengê xwe bi kar anî. Pervînê ji bo encamên hilbijartinê bişopîne hat avahiya giştî ya navendê ya Enqereyê.   Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li Dibistana Navîn a Mevlanayê ya Kuçeya Hamidiyeya Navçeya Sultanbeyliyê ya girêdayî Stenbolê dengê xwe bi kar anî. Pervînê ji bo encamên hilbijartinê bişopîne hat avahiya giştî ya navendê ya Enqereyê û bi tilili û bi çepikan hat pêşwazîkirin.