Filiz Kerestecioglu: Min dengê xwe ji bo jinên şîddetê dibînin bi kar anî 2018-06-24 12:18:56   ENQERE - Namzeta HDP'ê Filiz Kerestecioglu diyar kir ku wê dengê xwe ji bo jinên ku şîddet dîtine, ji bo zarokên ku bi îstismarê rû bi rû mane û ji bo herkesên ku edalatê dixwazin bi kar aniye û got:"Em ê sibehê ji bo rojek hîn xweş şiyar bibin."   Namzeta  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Herêma 1'emîn Filiz Kerestecioglu li Dibistana Navîn a bi navê Ogretmen Necla Kizibag a Dikmena Navçeya Çankayayê li sindoqa hejmara 186'an dengê xwe bi kar anî.    Filizê da zanîn ku dê gavên azadiyê zêdetir bibin û têkoşîna azadiyê bi ser bikeve.