Di roja hilbijartinê de binpêkirina mafan dest pê kir 2018-06-24 09:24:36   MÊRDÎN - Bi serê sibehê gel bi herikîn ser sindoqan. Bi destpêkirina bikaranîna dengan binpêkirina mafan jî dest pê kir.   Bi serê sibehê gel bi herikîn ser sindoqan. Bi destpêkirina bikaranîna dengan binpêkirina mafan jî dest pê kir.   Li Nisêbînê tanq li Dêrikê gef   Li Nisêbînê gel serê sibehê ji mal derketin û  çûn dibistana ku dengên xwe bi kar bînin lê li dibistanan rastî tanqan hatin. Li Şemrexe jî tanq û hêzên çevik dibistan dorpêç kirin.   Her wiha hat hînbûn ku li gundê Dêrikê jî keyeyên gund gef li gundiyan da xwarin û got divê hûn dengên xwe eşkere bi kar bînin.    Dibistanên ku namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê dê dengên xwe bi kar bînin wiha ne:   Mithat Sancar: Saet 13.30’da Dibistana Seretayî ya Ataturkê ya li Mêrdîna Kevn    Gulbin Şahin Daghan: Saet 09.00-09.30'da li Dibistana Seretayî ya Nusaybin Gazipaşa.   Ebru Gunay: Saet 10.00-10.30'da Dibistana Seretayî ya Yalimê   Dilaver Înal: Saet 08.00'da Dibistana Seretayî ya A.kadir tutasi    Tuma Çelik: Saet 08.00-08.30'da Gundê Midyadê yê bi navê Enhel    Pero Dundar: Li Qoserê.    Siyasetmedarê Kurd Ahmed Turk dê saet 10.00-10.30 li Dibistana Seretayî ya bi navê Yalimê.