2 rojên dawiyê:Jinên Arjantînî piştgirî dan HDP'ê 2018-06-22 09:59:52   STENBOL - Li Beşiktaşa Stenbolê komek jinê Arjantînî standa HDP'ê ziyaret kir û piştgirî dan.   Xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bê navber didome û piştgiriya ji bo HDP'ê jî her ku diçe zêdetir dibe. Vê carê jî ii Beşiktaşa Stenbolê komek jinê Arjantînî standa HDP'ê ziyaret kir û piştgirî dan.   Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê Gulseren Kaya standa HDP'ê ya li Esenyurta Stenbolê ziyaret kir û bang li hemû jinan kir ku piştgiriyê bidin HDP'ê. Jinên HDP'ê ni Navçeya Celaliyeyê yek bi yek li malan geriyan û name û belavok belav kirin.