Li Aydinê gel hevê dide HDP’ê, HDP jî dide gel 2018-06-22 09:12:03   AYDIN - HDP’a Aydinê li ser ewlehiya sindoqan xebatên xwe dimeşîne û Necla Yildirim a di koordînasyona hilbijartinê de cih digire diyar kir ku pêşdarazên li hember HDP’ê şikyan e û bawerî zêde bûye.   Hevşaredara Şemrezê Necla Yildirim ku qeyûm tayînê şûna wê bû û niha di koordînasyona hilbijartinê ya HDP’ê ya Aydinê de dixebite got li Aydinê Eleqeya li hemberî HDP’ê gelek zêde ye û  got wê heta roja dawî xebatên ewlehiya sindoqan bimeşînin û bi lêv kir ku HDP hêviyê dide gel, gel jî dide HDP’ê.    ‘Em çûn navçeyên ku mirov nikaribûn biçin’   Neclayê destnîşan kir ku li Aydinê 2 hezar û 72 sindoq hene û hezar û 353 peywirdarên HDP’ê wê li ser sindoqan bin û wiha got: “Em ketin navçeya Karacasu, Karpuzlu Koyce û Yenîpazar ku rêxistinbûna HDP’ê lê tunebû û her wiha  Kocarli û Çîne jî xebat didomin.  Ev 10 roje jî em girîngiyê didin xebatên muşahidiyê.”   ‘Pêşdaraz dişkên’   Neclayê daxuyakirin ku eleqeya li hemberî HDP’ê zêde dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li cihên berê em rastî bertekan dihatin niha ji bo pirsên tê pirsîn bersivan digirin û bi vê re pêşdaraz şikyan. Li gundên Elewî 4 namzet rastî eleqeyê tên. Emê biçin her cihî.  Her wiha hilbijêrên AKP û CHP’ê jî li hember HDP’ê eleqederin. Dema em diçin cihên cuda em rastî hêviyê tên.  Di 223 sindoqî de jinên peywirdar hene.”