HDP'ê ji bo mîtînga Mêrdînê bang kir 2018-06-21 09:22:33   Koordinasyona Hilbijartinê ya Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo beşdarbûna mîtînga Mêrdînê ya dê saet di 15.00 de pêk were daxuyanî da û bang kir hemû kes beşdarî mîtîngê bibin. Dê mîtîng bi beşdarbûna Hevserokê HDP'ê yê Giştî Sezai Temelli li Parka Karayollari pêk were.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Dê xebatên me yên hilbijartinê bi mîtînga fînalê ya Mêrdînê dewam bike. Em hemû gelê Mêrdînê û dildarên HDP'ê dawetî mîtîngê dikin. Em zarok, jin û ciwanan bi hemû coş û rengên wan dawetî qada mîtîngê dikin."   Dê mîtîng bi beşdarbûna Hunermend Kadir Çat û Hediye îro saet di 15.00 de dest pê bike.