Li Amedê bi tevlibûna sedhezaran mîtîn tê lidarxistin 2018-06-20 19:47:34   AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi tevlêbûna sed hezaran li Qada Îstasyonê mîtîng pêk anî. Bi sed hezaran herikîn qada îstasyonê. Li qadê cihê mirovan nema.    Di pêşengiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê de bi tevlêbûna sed hezaran li Qada Îstasyonê mîtîng pêk anî. Qada îstasyonê tije bû û cih nema. Di "Mîtînga mezin a Amedê de" bi sed hezaran kes amade bû û cih li qadê nema. Her çend polîsan tedbîrên mezin stend  û hemû kolan û kuçeyên diçin qadê bi bariyeran li trafîkê girt û nokteyên lêgerînê ava kir jî dîsa ji her kolanê bi deh hezaran gel herikî qadê. Dîsa bi dehan komîsyonên ku HDP'ê ava kiribûn jî bi xwe ewlehiya xwe ava kir. Qada Mîtîngê bi alên HDP'ê hat xemilandin. Li qadê pankartên “Jin dê Faşizmê têk bibin", “Jin jiyan azadi”, “Navnîşana aşti, wekhevî û azadiyê HDP”, “Dengê jinan dê biçe ji bo wezareta jinê", “Li dijî înkara jinê, dîwna jinê", “Li dijî rejîma yek zilamî em tên", “Dengê jinan ji azadiyê re”, “Rê ji faşîzmê re tune" “Dengê jinê ji aştiyê re" vekirin. Girsê bê navber ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dirûşme berz kirin. Bê navber dirûşmeyên "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.    Koma Meclîsa Ciwanên HDP'ê ku xwestin ji Semta Ofîsê têkevin qadê, bi çepik û tilîlîyan meşiyan. Ciwanên ku pankarta "Canê we yê bi qasî dengekî heye" û "Belasebeb stajê neke, em te nakin Serokomar" wekirin. Lê di ketina kontorlê de polîsan dest danî ser pankartan. Polîsan dest danî ser şûşê pet ên avê jî. Koma ciwanan di meşê de bê navber dirûşmeyên "HDP li ber xwe bide em biçin meclîsê", “Ji Demirtaşê li zindanê li ber xwe dide re hezar silav" "Girtiyên siyasî rûmeta ne ye" berz kirin. Polisan dest danîn ser rûpoşên Selahattin Demirtaş.    Koma jinên ku li ber Otela Prestijê jî kom bûn, bi erbane û defê meşiyan û hatin Qada Îstasyonê. Li qada Îstasyonê du ekranê LD'ê vekirin. Sînevîzyona ku HDP'ê amade kiribû hat pêşandan. Bi sed hezaran kesên qada Îstasyonê tije kir, beriya mîtîng dest pê bike, wekî mîtînga mezin a 5'ê Hezîrana 2015’an ji Qada îstasyonê heta çariyana Ofisê kortej ava kirin. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir.    Ewil Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerif Çamçi gel silav kir û piştre jî parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yigitalp axivî û got: "Her dengek pir bi qîmet e. Bila ew baş zanibin ku pişti em bi ser ketin bila zanibin ku çawa siyaset tê kirin. Jinên Rêzdar ev partî, partiya jinan e." Yigitalp, da zanîn ku dê jin vê pergalê biguherînin û dawî li vê rejîmê bînin.    Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik jî derket ser dikê û gel slav kir. Mîtîng bi axaftinan didome.