‘Qedera 24’ê Hezîranê wê jin diyar bikin’ 2018-06-19 09:04:01   MELETÎ - Jinên HDP’î yên xebatên xwe bi lez û bez didomînin, diyar kirin ku wê qedera hilbijartinê jî jin diyar bikin.   Li Meletiyê ku xebatên hilbijartinê didomin, xebat bi pêşengiya jinan tê berdewamkirin. Hevseroka HDP’a Meletiyê Zeynep Dogan û endama HDP’ê Bîrgul Dogan diyar kirin ku wê çarenûsa 24’ê Hezîranê jin diyar bikin.   ‘Jin dikarin bi HDP’ê dengê xwe bidin bihistin’   Zeynep Dogan daxuyakirin ku yekane partiya dengê jinan dide bihistin HDP ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “HDP partiyek azadîxwaz a jinê ye. Yeken partiya ku dengê jinan bide bihistin HDP ye. Divê em dengên xwe bidin HDP’ê. Divê em jin li dijî pirsgirêka azadiyê dengê xwe bilind bikin. Li vî welatî rêveberiyek ku mirovan davê zinadanan heye. Dibêjin em biaxivin gelo em ê bên girtin. Divê em demildest vê hawêra bê ewle û tirsê biguherin hawêra aştî û azadiyê.”   ‘Divê jin çareseriyê pêk bîne’   Bîrgul Dogan jî bal kişand ser polîtîkayên şer û wiha pê de çû: “Ji ber şer û darbeyan li Tirkiyeyê pirsgirêkek cidî a demokrasiyê heye. Di OHAL'ê de hilbijartin li me tê ferzkirin. Mirov bi KHK’yan ji kar hatin avêtin. Ji bo em ji vê kaosê derkevin divê HDP li meclîsê be.”   Bîrgulê di dawiya axaftina xwe de  li ser kuştinên jinan û îstîsmara zarokan jî sekinî û got divê jin ji pisgirêkên azadiya welat re çareseriyan hilberînin û got ew wek dayikekê bi hemû baweriya xwe ji bo HDP’ê dixebite.