Li Qoserê bi deh hezar kom bûn: Em kujerên Pirsûsê ji Nisêbîn û Cizîrê nas dikin 2018-06-18 15:11:17   MÊRDÎN - Namzeda HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay ku di mîtînga li Qoserê bi tevlibûna deh hezaran hat lidarixistin de axivî, ji bo bav û du lawên wî yên ku li Pirsûsê hatin qetilkirin sersaxî xwest û wiha got: "Em kujerên wan baş nas dikin.  Em van kujeran ji Cizîr, Nisêbîn û ji Sûrê nas dikin.  Lê em ê bersivê bi têkoşînê bidin wan. Em ê bi berxwedana xwe AKP'ê bi erdê re bikin yek."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Mêrdînê xebatên xwe yên ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê berdewam dike ji mîtîngên xwe yên ku wê li Mêrdînê li dar bixe ya yekemîn li Qoserê bi tevlibûna deh hezaran pêk anîn. Mîtînga ku beriya ya Fînalê ku wê li navenda Mêrdînê bi lidarixistin li Otogara Qoserê bi tevlibûna deh hezaran pêk hat. Ji bo mîtînga ku hat lidarixistin namezedên HDP'ê yên Mêrdînê û Rêxisitnên bajar û navçeyên Mêrdînê yên HDP'ê û Dayikên aştiyê amade bûn.     Daiyika Murad: Dengê xwe nedin AKP'ê   Dayika Murat Yurtgul ê ku di Komkujiya li Pirsûsê ku berî bi 3 salan jiyana xwe ji dest da  Şemsa Yurgul a ku di mîtîngê de axivî  wiha got: "Ez dayika gerîla me.  Ez dayika hemû kesên berxwedêr im.  Ez bi wan şanaz im. Wan rêya me ronî kir. Bila kurd êdî bi ser xwe ve bên û dengê xwe nedin AKP'ê."   Axaftina Şemsa bi çepik û dirûşmên "Kujer Erdogan" hat qutkirin û keliyên hestiyar hatin jiyîn.   Piştre namzedên HDP'ê yên Mêrdînê derketin ser dikê û ji namzedên HDP'ê Ebru Gunay axivî. Ebrû bal kişand ser qetîama li Pirsusê ji malata kesên ku jiyana xwe ji dest dan re sersaxî xwest û wiha got: "Em wan kujeran baş nas dikin. Em wan ji Komkujiya Cizîrê, nisêbin û Surê nas dikin. Em ê bersiva wan bi berxwedanê bidin.  Em ê bi berxwedana xwe AKP'ê bi erdê re bikin yek. Em ê bi berxwedana xwe tecîrda li îmraliyê jî têk bibin."   Mîtîng bi govend û dîlanê bi dawî bû.     Piştî Qoserê wê saet di 16.00'an de li Nisêbînê li qada Newrozê bê lidarixistin.