Eylem Tuncaelî: Di 25’ê Hezîranê de peywirên mezindipên 2018-06-18 09:05:29   ÎZMÎR - Hevberdekva Partiya Keskan û Çepa Pêşerojê Eylem Tuncaelî diyar kir ku ji ber HDP partiya jinan e, bernameyên wê yên ekolojiyê hene û taybetiyên wê yên ciwanan dide xuyakirin heye, pêkhateya HDP’ê ne û got wan tifaq ava nekirine ev tifaqa heyî ya  gelan e.   Pêkhateya HDP’ê Partiya Keskan û Çepa Pêşerojê bi dirûşma ‘Ji HDP’ê re dengek ji Demîrtaş re dengek’ xebatên hilbijartinê didomîne.  Hevberdevka partiyê Eylem Tuncaelî partiya xwe û tifaqa bi HDP’ê re nirxand.   ‘Qadên azadiyê her diçin teng dibin’   Eylemê bi lêv kir ku kapîtalîzm xwezayê dike alava bazarê û ava dikin bendavên jê re dibêjin HES û sewalan jî hepsî çewlîkên endustriyel dikin û her diçin qadên azadiyê teng dikin û dema mirov vê dibînin xwedî li qadên jiyana xwe derdikevin. Eylemê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daran dibirin û ji nû ve diçînin. Li Sûrê qadên jiyana mirovan tune kirin û têkiliya wan bi xwezayê re qût kirin. Niha tiştên nû çêdikin û ev bi yên berê re ne heman tiştin. Bi taybet hilweşînin li bajaran me gelek diêşînin.      ‘HDP piştgiriyê dide çandiniyê’   Eylemê daxuyakirin ku polîtîkayên çandiniyê yên Tirkiyeyê îflas kirine û çandinî tune bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema mirov li danezana HDP’ê dinêre dibîne ku piştgiriyê dide çandiniyê. Berê me li baxçeyê xwe fasuliye diçand, niha em ji derveyî welat tînin.  Axa me bi sanayiyê qirêj kirin. Ava me qirêj kirin.  Pirsgirêka Demokrasî, aştî û ekolojiyê wekhev in. Em wek Partiya Çepa Pêşerojê ya Keskan van pirsgirêkan yek dibînin. Divê ji bo aştî û ekolojiyê di heman demê de têkoşîn bê dayîn.   ‘HDP tifaqa gelane’   Eylemê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di civakê de hewcedarî bi zimanekî hevpar heye û HDP’ê ev di 7’ê Hezîranê de bi ser xistiye û wih agot: “Ji ber HDP partiya jinan e, bernameyên wê yên ekolojiyê hene û taybetiyên wê yên ciwanan dide xuyakirin hene, em pêkhateya HDP’ê ne û me tifaq ava nekirine ev tifaqa gelan e. Em ê wek partiya pêşeroja çep û keskan bêguman em ê di HDP’ê de cihê xwe bigirin.  Di 25’ê Hezîranê de peywirên mezin dikevin ser milên me. Bi dengekî diguhere, bi we diguhere.”