Endama PM’a CHP'ê Gulseren Onanç: Divê ji sedî 30 kota pêk bê 2018-06-17 09:05:24   STENBOL - Endama Meclîsa Partiya CHP’ê Gulseren Onanç, diyar kir ku  ji sedî 30 kotaya jinê li gorî standartên navneteweyî hatine diyarkirin û divê ev ji aliyê partiyan bê destekkirin û pêk bê.   Endama Meclîsa Partiya CHP’ê Gulseren Onanç girîngiya kotaya jinan a li parlamentoyan divê pêk bê nirxand û bi lêv kir ku dema mirov li lîsteyan dinêrin, derdikeve holê ku mijara kotaya jinê çiqas girîng e.   ‘Divê pêşî li newekheviyê bê girtin’   Gulserenê destnîşan kir ku hejmara jinan a giştî ya di parlamentoyê de heta niha wek rêjeya herî zêde tê dîtin û ev jî ji sedî 14 derbas nake û wiha pê de çû: “Belkî jî di bin vê de bimîne. Ji 2007’an heta niha me 4 hilbijartin derbas kir lê ev rêje naguhere. Ji bo ev rêje biguhere divê pêşî li newekheviyê bê girtin. Ji bo kota pêk bê divê di qanûnê de cih bigire, an jî wê tiştek neguhere. Hinek partiyên me tevî ku kotaya wan heye jî jinan li cihê ku bên hilbijartin nîşan nadin. Divê kota pêk bê.”   Divê ji sedî 30 kota pêk bê   Gulserenê bi lêv kir ku nîvê civakê jin in û got divê di meclîsê de jî wekhevî hebe û wiha pê de çû: “Lê mixabin ji roja avabûnê heta niha rêjeya hebûna jinan di meclîsê de ji sedî 14 derbas nekiriye. Ji sedî  30 kota divê pêk bê. Daxwaza me; mînak em bêjin CHP’ê  150-160-170 parlamenter derxistiye divê herî kêm 50 û ji vê zêdetir jin bin. Lê hejmara niha em dibînin 15-20’e.”