Li Êlihê wê jin sindoqan biparêzin: Em ê xwe nedin pişt dîwaran 2018-06-17 09:03:26   ÊLIH - Jinên TJA’yê diyar kirin ku li Êlihê 250 jin li ser sindoqan hatine peywirdarkirin û ji sedî 75 xebatên hilbijartinê yên bajar dimeşînin. Jin diyar dikin ku ew li kolanê ne, di nav siyasetê de ne û tu car xwe nadin pişt dîwaran.   Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA)  ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên hilbijartinê bê navber dimeşînin. Li Êlihê 250 jin li ser sindoqan hatin peywirdarkirin û jinan diyar kirin ku tevî hemû zextan xebatên xwe didomînin. Jinan bi lêv kirin ku xebata dimeşînin jî ji ji aliyê çapemeniyê ve nayê dîtin û bi lêv kirin ku ji sedî 75’ê xebatên hilbijartinê ji aliyê jinan ve tê meşandin. Jinan ji bo hilbijartinek bi ewle bang li jinan kirin ku bibin dildarên sindoqan.   Aktîvîsta TJA’yê Sedef Ozdemîr destnîşan kir ku starta hilbijartinê bi şîara ‘jina azad, civaka azad’ li Heskîfê dane û got li navend û gundên Êlihê bi giştî 250 jin xebatên hilbijartinê dimeşînin.  Sedefê ev tişt vegot: “Ez ji bo hilbijartinan vê bangê li jinan dikim. Armanca AKP’ê ev e ku jinan hepsê nav çar dîwaran bikin. Em ê vê zîhniyetê ji holê rabikin. Em li qadan e, tu car em xwe nadin pişt dîwaran. Heta 24’ê Hezîranê em ê bê navber bixebitin. Ji Clarayan heta Rosayan, ji Sakîneyan heta Leylayan û Fîdanan em li her derê ne. Em li kolanê ne, em di nav siyasetê de ne, tevî hemû şîdetê em li qadan e.”   ‘Ji sedî 75 jin xebatan dimeşînin’   Aktîvîsta TJA’yê Derya Aslan bi lêv kir ku ev hilbijartin gelek girîng e û got wê bersiva bonbebarankirina bajaran, pelçiqandina cenazeyan, tayînkirina qeyûman, girtina siyasetmedaran wê di 24’ê Hezîranê de bidin û got li Êlihê wek jinên TJA’yê li her derê xebatan dimeşînin. Deryayê ev tişt bi lêv kir: “Li Êlihê ji sedî 75’ê xebatan jin dimeşînin. Di hemû komîsyonan de jin hene. Di vê mijarê de karên serkeftî dikin. Em jinên TJA’yê di bin tecrîda pergala yekperest a îktidara heyî de ne. Loma navê TJA’yê zêde nabe rojev. TJA wek Meclîsa Jinan a HDP’ê dikeve rojevê.”   Songul Korkmaz a TJA’yê destnîşan kir ku ew derbarê ewlehiya sindoqan de xebatan dimeşînin û got ew li dijî rejîma yekmêrî di têkoşînê de ne.