Ji bo mîtînga Amedê bang: Werim em bi hev re deriyê aştiyê vekin 2018-06-16 09:28:54   AMED - Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî derbarê mîtînga HDP’ê ya Amedê de axivî û got: “Hebûna jinan û ciwanan a li qadan mifteya deriyê aştî û demokrasiyê ye. 20’ê Hezîranê roja mifteya 24’ê Hezîranê ye. Werin em bi hev re wî derî yê aştiyê vebikin.”   Mîtînga HDP’ê ya Amedê di 20’ê Hezîranê de ye. Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temelî wê tevlî mîtîngê bibin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fîgen Ektî bang kir ku divê hemû jinên Amedê di 20’ê Hezîranê de li qadê bin û got hilbijartin ji bo gelan gelek girîng e.   Fîgenê daxuyakirin ku di vê pêvajoyê de faşîzm zêde bûye û di vê faşîzmê de ne tenê Kurd hemû gelên Tirkiyeyê bi bandor bûne û wiha pê de çû: “Gelên Tirkiyeyê bi komkujiyan re rû bi û hatine hiştin. Êrîş herî zêde li hemberî jinan pêk hatine. Me li Sûr, Nisêbîn û Cizîrê şahidiya vê kir. Piştî vê jî bi OHAL’ê re hemû maf ji holê hatin rakirin.”   ‘Serkeftina HDP’ê serkeftina jina ye’   Fîgenê bal kişand ser xebatên hilbijartinan û got gund bi gund, tax bi tax navçe bi navçe pêşengtiya xebatan jin dikin û got lîsteya namzetên HDP’ê piranî ji jinan pêk tê.   Fîgen her wiha li ser mîtînga HDP’ê ya Amedê jî sekinî û wiha got: “Divê jin û ciwan mohra xwe li 20’ê Hezîranê bixe. Hebûna jinan û ciwanan a li qadan mifteya deriyê aştî û demokrasiyê ye.   20’ê Hezîranê roja mifteya 24’ê Hezîranê ye. Werin em bi hev re wî derî vebikin.”