Berpirsê hawira şîdetê AKP ye 2018-06-16 09:11:36   Berîtan Canozer   STENBOL - Mîhrîban Denîz Nar ku yek ji namzetên Stenbolê ye got ji ber wê pergala AKP’ê hilweşînin, zext û provakasyon jî zêde bûne û got: “Bi êrîşan dixwazin me bitirsînin. Berpirsê hawira şîdetê AKP ye.”   Mîhrîcan Denîz Nar ku ji herêma yekemîn a Stenbolê ji HDP’ê namzet e kedkareke ku ji temenê biçûk de têkoşîna azadiya Kurd nas kiriye. Mîhrîban ku bi eslê xwe ji Sarikamiş a Qersê ye li Stenbolê hatiye dinê û mezin bûye. Dê û bavê wê di darbeya 1980’ê de hatine binçavkirin û dema di zikê dayika xwe de bû qerekol nas kir.  Bavê wê tê girtin û bi malbata xwe re koçî Bursayê dikin. Dayika wê 5 sale di rêveberiya HDP a Umraniyeyê de ye. Mîhrîbanê di nav siyasetê de mezin bû.   Mîhrîbanê ku ev 8 sale di sektora enerjiya rojê de dixebite, di heman demê de endezyareke fîzîkê ya ku 5 mehe betal hatiye hişti ye. Mîhrîban bi lêv dike ku demek dirêj jî şefa şantiyê kiriye. Mîhrîbanê destnîşan kir ku dema zarok bû her tim li grev û mîtînga bûye û got mîtîng û grevên karkeran cihên ku lê xwe azad hîs dikirin bû û xwe bi awayekî azad îfade dikir bû. Mîhrîbanê wiha berdewam kir: “Seknek min a zelal û rast heye. Min nasnameya jinê di temenê biçûk de nas kir û min di her qada jiyanê de ji bo azadiya jinê têkoşîn da. Min 4 salan di ODP’ê de cih girt. Wan deman min ODP-HADEP û EMEP nas kir.   ‘HDP ji bo min serxwebûna rojê ye’   Mîhrîbanê demên xebat û rêxistinbûnê jî wiha vegot: “Di jiyana zanîngehê de yanî di salên 2000’î de ez ketim lêgerîna sîwana partiyek cuda. Heta HDP hat avakirin ez wek jinek şoreşger serbixwe di partiyên sosyalîst, tevgerên gel û STK’yan de xebitîm. HDP ji bo min serxwebûna rojê ye, ji bo min aştî ye.”   Mîhrîbanê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ji bo jin di qada siyaset û jiyanê de hebin wê têbikoşin û got polîtîkaya wan a sereke ev e ku wezareta jinan ava bikin. Mîhrîbanê balkişand ser êrîşên li hemberî HDP’ê û got her ku hilbijartin nêz dibin êrîş û provakasyon jî zêde bûne û bi êrîşan dixwazin me bitirsînin, berpirsê hawira şîdetê AKP ye.